Dadgeha Destûra Bingehîn biryara tedbîrê red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryarekê ve tehdîda qetlîama li Sûrê zêdetir kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn bi biryarekê ve tehdîda qetlîama li Sûrê zêdetir kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn, daxwaza ‘tedbîra demkî’ ya ji bo 6 jê zarok 15 kesên li Sûrê bi qetlîamê re rû bi rû ne red kir.
Malbatên ku ji xizmên xwe yên li navçeya Sûr a Amedê asê mane agahî negirtin, serî li Şaxên Amedê yên Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) û Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) dan.
ÎHD û MHD’ê bi armanca têkîldarî “qedexeya kolanan” “biryara demkî” bê girtin ji bo Aynur Arslan (35) û zarokên wê Gulistan Arslan (10), Rojda Arslan (7), Muaz Arslan (6), Ozgur Arslan (4) û Hulya Erkaplan (25), Emine ABIŞ (31) û hevserê wê Cengiz Abiş û zarokê wê Talat Abiş (7), Seniha Surer (57), Seda Aslan (26) û pitika wê ya 4 mehî Elif Su Aslan, Ihsan Karatay, Ahmet Karatay û Hasan Tekdemir (85) serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn.
Dadgeha Destûra bingehîn serlêdana ji bo 6 jê zarok 15 kesan red kir, îdîa kir ku daneyên diyar tinen û di mijara sivîlên asê mane xwedî îrade ne an ne, guman hene.