Çûyina ambûlansan dîsa hat astengkirin
Dihat payîn ku bi hewldana Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve ji bo wergirtina nêzî 25 birîndarên li avahiyek Taxa Sûr a Cizîrê asê mane bên wergirtin, ambûlans saet 17.00’an biçe taxê.
Dihat payîn ku bi hewldana Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve ji bo wergirtina nêzî 25 birîndarên li avahiyek Taxa Sûr a Cizîrê asê mane bên wergirtin, ambûlans saet 17.00’an biçe taxê.
Tê payîn ku ambûlans ji bo wergirtina nêzî 25 birîndarên li Taxa Sûr a navçeya Cizîra Şirnexê biçe taxê. Hat diyarkirin ku ji bo wergirtina birîndaran Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi Walîtiya Şirnexê re hevdîtin pêk aniye. Lê, hat hînbûn ku ambûlansên diviya biçûna taxê heta niha jî neçûne.
GELEK BIRÎNDAR BI ŞEWITANDINÊ HATIN QETILKIRIN
Di encama êrîşên hêzên dewletê ya li ser avahiyek li Taxa Sûrê ku 45 birîndar tê de asê mabûn de hatibû ragihandin ku nêzî 20 birîndar bi şewitînê hatin qetilkirin.