Li Çiyayê Herekolê yê di navbera navçeyên Dih û Berweriyê yên Sêrtê de operasyona leşkerî ya bi piştgiriya helîkopteran dest pê kir.
Şevê din li Çiyayê Herekolê yê di navbera navçeyên Dih û Berweriyê yên Sêrtê de operasyon hate destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de ji 3'yemîn Fermandariya Tugaya Komandoyê ya Sêrtê bi helîkopteran yekîneyên taybet sewqî Çiyayê Herekolê hatin kirin. Ligel vê yekê helîkopteran newal, gelî û çiyayên herêmê bombebaran kirin. Hate zanin ku operasyonê hêj berdewam dike.