Di operasyona li çiyayê Cudiyê de duman bilind dibin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidest xistin; Li lûtkeyên çiyayê Cudiyê ku bê navber operasyonên leşkerî tê meşandin û bombebarana helîkopteran berdewam dike dûkêl bilind dibin. Piştî lûtkeyên Cudiyê li qadên Deşta Dere û Dera Kemoleyê jî dûkêl bilind bûn. Sedemê derketina şewatê nehat hînbûn. Dûkêla ku li herêmê bilind bûye ji navenda Silopiyê tê dîtin.