BI DÎMEN

Çiyakurd: Tifaqa dewleta Tirk a bi rejîma Baas re didome

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Bedran Çiyakurd destnîşan kir, ku bi şoreşa li Rojavayê Kurdistanê re hesabên gelek hêzan ên li ser herêmê pûç bûne.

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Bedran Çiyakurd destnîşan kir, ku bi şoreşa li Rojavayê Kurdistanê re hesabên gelek hêzan ên li ser herêmê pûç bûne.

Çiyakurd da xuyakirin ku piştî pêngava serketî ya HSD'ê ya li başûrê Hesekê û herêma Holê, dewleta Tirk li derdora Heleb û Efrînê komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam û Sûltan Mûrat kir yek û xist nava tevgerê. Çiyakurd got, "Dewleta Tirk çeteyan organîze dike û bi rê ve dibe."

Çiyakurd ragihand, ku dewleta Tirk a bi bomberdûmana Rûsyayê ya li Ezaz û Cerablûsê re fêm kir ku kontrola li vê derê winda dike û rêya nedefê ya çeteyan qut dibe, balafira Rûs xistiye xwarê û destnîşan kir ku ne li bendê bû Rûsya helwesteke ewçend tund nîşan bide.

Çiyakurd da zanîn ku bi xistina balafira Rûs re polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriye û Rojava bi temamî îflas kiriye û got, "Dema hêzên HSD'ê li Holê, hêzên HPG û YBŞ'ê jî li Şengalê derb li çeteyên DAIŞ'ê xistin û ev herêm azad kirin, dewleta Tirk ket nava panîkê. Ji bo têkçûna li Hol û Şengalê careke din nebîne li herêma Ezaz û Helebê xwest çeteyên bi xwe ve girêdayî li navbera Cerablûs û Ezazê bi cih bike. Di ser van herêman re çeteyên DAIŞ'ê di heman demê de petrolê difiroşin dewleta Tirk û ji her alî ve desteka lojîstîk werdigirin. Ji bo pêşî li bomberdûmana balafirên Rûs bigirin, balafira Rûs hat xistin.

Ji bo li Heleb û Efrînê pêşî li tevgera HSD'ê bigire, çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam gihand hev û berê wan da Efrîn, Ezaz û Helebê. Ev êrîş bi destek û teşwîqa dewleta Tirk tê kirin. Dewleta Tirk ji xwe re Tirkmenan weke hincet nîşan dide. Ew herêm bi tenê ji Tirkmenan pêk nayê. Li wê derê Ermenî, Ereb û Kurd hene. Çete niha êrîşî gundên Kurdan dikin. Ev êrîş ji bo parastina hebûna dewleta Tirk a li wê derê ne."

'PLAN Û POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ ÎFLAS KIRIN'

Çiyakurd da zanîn ku dewleta tirk dixwaze li xeta Cerablûs û Ezazê ji bo çeteyan rêyekê vekirî bihêle û got, "Bi destwerdana Rûsyayê re planên Tirkiyeyê pûç bûn û polîtîkayên wê îflas kirin. Çeteyan li herêma jê re dibêjin Bayirbûçak kirin ku Kurd, Ermenî û Ereb koç bikin û herêm vala kirin. Ew der niha ji bo çeteyan bûye baregeh. Li vê herêmê dixwaze hemû çeteyan li hev bicivîne û êrîşî herêmên Efrîn û Helebê bikin. Bi destê van çeteyan re dixwaze destketiyên Kurdan tine bike. Eger nikaribe vê bike jî, dixwaze li qada navneteweyî destê çeteyan xurt bike. Di nava hewldan û têkiliyeke bi vî rengî ya kirêt de ye."

'DEWLETA TIRK NE LI BENDÊ BÛ KU DESTWERDANA RÛSYA DI VÊ ASTÊ DE BE'

Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Bedran Çiyakurd da xuyakirin, ku herî zêde dewleta Tirk ji destwerdana Rûsyayê ya li herêmê ditirse û bal kişand ser bersiva Rûsyayê ya li hemberî xistina balafira xwe: "Tirkiye ne li bendê bû ku nerazîbûna Rûsyayê ewçend tund û berfireh be. Rûsya bi vê destwerdanê re dixwaze çete û hêzên nêzî Tirkiyeyê tesfiye bike û yên mayî jî neçar bihêle ku bi rejîmê re tifaqê bikin. Di encama van êrîşan de çeteyên ser bi dewleta Tirk derb xwarin. Lewma Tirkiyeyê hemû çete gihand hev. Hemû komên bi xwe ve girêdayî, xist nava tevgerê. Hin hêzên din ên mîna Tirkiyeyê difikirin jî ketin nava heman rewşê. Ji ber ku planên wan li ber avê çûn.

Tirkiye ya ku neli benda vê bersiva Rûsyayê bû, ket nava panîkê. Ji ber ku hemû planên xwe ser û bin bûn. Rûsyayê heta niha li hemberî dewleta Tirk di qasên leşkerî, siyasî û aborî de gelek pêkanînan bi cih tîne. Ji bo teşhîr û tecrîdkirina polîtîkayên dewleta Tirk li qada navneteweyî, wê bikeve nava hewldanan.

'HSD AKTORÊ HERÎ GIRÎNG Ê SÛRIYEYA DEMOKRATÎK E'

Li qada navneteweyî, rola Kurdan a di demokratîkkirina Sûriyeyê de hîn bêhtir derket pêş. Êdî ti hêz bawer nake ku bêyî Kurdan ti plan bi ser bikeve. Yên ku herî zêde li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û derbê li çeteyan dixin Kurd in û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye ku serkêşiya wê ji aliyê Kurdan ve tê kirin."

Çiyakurd da xuyakirin ku di pêvajoyeke Sûriye ji nû ve li qada navneteweyî hat nîqaşkirin de HSD'ê mora xwe danî binê gelek serketinan û ev xal destnîşan kir: "Ji ber ku HSD ji gelên Sûriyeyê pêk tê û berjewendiyên gelên Sûriyeyê diparêze, ji hemû derdoran destekeke mezin wergirt. Hêzên navneteweyî di têkoşîna li hemberî terorê de hêza ku herî zêde dixwazin pê re tifaqê bikin, HSD ye. Kî dixwaze li hemberî çeteyan li Sûriyeyê serketî be, pêwîstiyê bi diyalog û tifaqa bi HSD'ê re dibîne."

'DEWLETA TIRK TÊKILIYÊN XWE YÊN BI REJÎMA DIJ BI KURD DIDOMÎNE'

Çiyakurd ragihand ku li gorî van pêşketinan ew li bendê ne beşdarî civînên li qada navneteweyî bibin û got, "Xebatên dîplomatîk û hevdîtinên di vî warî de gihaştine astekê. Dewleta Tirk a ku naxwaze Sûriye demokratîk bibe û têkçûna çeteyan hezm nake, li dijî Kurdan ji aliyekî ve têkiliyên xwe yên bi rejîma berê re didomîne, li aliyê din jî, ji bo ku Kurd li qada navneteweyî nebin xwedî statu, hemû hêza xwe seferber dike. Lê belê ji ber ku têkiliyên kirêt ên dewleta Tirk ji aliyê her eksî ve tê zanîn, ev hewldan wê êdî bê encam bimîne. Ji ber ku hema hema her kes vê yekê bi awayekî vekirî dibêj; Dewleta Tirk ji bo çete têk neçin êrîşî Rojava dikin."