Rêxistina Ciwanên Kurd a Rojavayê Kurdistanê (KCRK) ji bo gerîlayê HPG’ê Erdewan Hesen ê bi nasnavê Gelî yê beriya hefteyekê li bejahiya Geverê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û got; “Em ê têkoşîneke pir dijwar bimeşînin.”
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li ser bîranîna gêrîla Erdewan Hesen 1983 ku ji Dêrîka Hemko ji dayîkbûye daxuyaniyek dan û diyar kir ku, gêrîla Hesen yek ji sembolên KCRK’ê ye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li gelek herêmên Kurdistanê li gel operasyonên leşkerî û operasyonên qirkirinê yên çandî û siyasî didomin. Li dijî van operasyonên hewl didin vîna gelê Kurd bişkînin û bi înkarkirinê tunekirinê hedef dikin, gelê Kurd ku vînek mezin nîşan dide û di pêşengiya ciwana de li kuderê be bila li wir be ew dê li dijî van operasyonên înkar û îmhayê biyekwicûdê tekoşînê bidin û bersiva pêwîst bi çalakiyên xwe yên bihêz bidin.”
Di derbarê gêrîla Hesen yê ku di roja 8’ê Pûşperê li bejahiya Geverê jiyana xwe ji dest da ev tişt anîn ziman: “Di temenê biçûk de welatparêzî nas kir. Bi hêrsekî mezin, mezin bû û li çiya li cihên herî dijwar tekoşîn da meşandin, her wiha bi berpirsyartiyekî mezin nêzî jiyanê bû. Di demên herî dijwar ku rejima Baas li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan êrîş pêk dianîn, li bajarê Şamê weke berpirsê meclîsa TCD (Tevgera Ciwanên Dmokratîk) xebat da meşandin. Hevalê Gelî bi taybetmendiyên kedkariya xwe, hewildanên xwe, hêrsa xwe û mafê xwe standinê de bandorî li ciwanan kiribû, her wiha bi heskirina xwe ya li beramberî mirovan bal dikişand ser xwe. Di ket cihên ku tu kes nedikarî bikeviyê û rêxistin ava dikir. Tiştekî ku çênabe ji wî re tune bû. Tiştekî xistiba serê xwe bê gûman bi enerjiya xwe re dikir yek û pêk di anî. Hemû caran cidî nêzî karê xwe dibû. Xwediyê kesayetekî ku derdora xwe bandor dikir bû, Hevalekî fedekar û bi duristiya xwe xeletî qebûl nedikir. Hevalê Gelî ku xwedî tevlîbûnekî kûr û bi wate bû, di encama israra wî de sala 2008’an derbazî herêmên Azadiyê bû.
Hevalê me yê Gelî li çiyayan jî giyanê ciwantiyê bi coşek mezin kariye bide jiyan kirin. Bi kesayetekî atîk û coş hemû caran moral daye Hevalên xwe û di dilê hevalên xwe de cihek taybet girtiye. Li cihê lê maye bûye xwediyê kedek mezin. Hevalê me Gelî di 8’ê Pûşperê de di şerek yê li dijî dijmin de ketiye nava şer û bi awayek qehremanî tevlî karwanên şehîdên azadiyê bûye.
Em weke KCRK (Komela Ciwanên Rojavayê Kurdistanê) di kesayeta Hevalên Ahmet, Amed û Gelî ku di xeta azadiyê de bi biryar meşiyan û ji şehîdbûnê jî xwe nedan paş li beramberî bîranînên hemû Hevalên di vê oxirê de şehîd bûne bi hurmet bejna xwe ditewînin. Li beramberî şehîdbûna hevalên me ku jib o me windahiya herî mezine, didin diyarkirin ku, em dê tekoşînê di asta herî jor de bilind bikin û di vê çarçoveyê dejî biryarbûna xwe didin diyarkirin.”