BI DÎMEN

Ciwanên Kurd Çavuşoglû propesto dikin

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglû ku li bajarê Metz ê Fransayê ye, ji aliyê Ciwanên Kurd ve tê protesto kirin.

Wezirê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglû di saetên sibehê de giha bajarê Metz ê Fransayê, wê ji bo xebatên referandûmê mîtîngê pêk bîne. Ciwanên Kurd ên ku li derdora salona ku Çavuşoglû lê çalakiya protestoyê lidar dixîn.

Di navbera Ciwanên Kurd ên ku çalakî pêk anîn û polîsên Fransayê de bi demekî kurt şer derket.

Çalakiya Ciwanên Kurd heta niha didome. Ciwanan bang li ciwanên welatparêz kir ku berê xwe bidin Metzê.