Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Ciwanên Ewropî ku ji bo piştevaniya Rojava çûn bakurê Kurdistanê, hatin binçavkirin

29 ciwanên Ewropî yên ku ji bo piştgiriya Rojavayê li dijî êrişan hatibûn Kurdistanê, ji bo dersînorkirinê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dê ciwanan bibin Rêveberiya Koçberiyê ya Bajarê Rihayê.

29 ciwanên Ewropî yên ku ji bo piştgiriya Rojavayê li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, hatibûn Kurdistanê, ji bo dersînorkirinê hatin binçavkirin. Ciwanên ku di bin navê "Karwana Gelan" de kom bûn, îro ji bo protestokirina êrişan gihîştin Pirsûsê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ew pêşwazî kirin û piştre bi daxuyaniyekê êrişan şermezar kirin. Piştî çalakiyên xwe, ciwan ji bo vegera welatên xwe ber bi Stenbolê ve bi rê ketin. Li ber deriyê Bêrecûkê ji aliyê cendermeyan ve hatin rawestandin û ji bo Lêkolîna Agahiyên Giştî (GBT) hatin sekinandin. 

Li gorî agahiyan, ciwan bi hinceta ku "xetereyê" hatine sekinandin û ji bo dersînorkirinê ew birine Rêveberiya Koçberiyê ya Bajarê Rihayê.

BERTEK NÎŞAN DA

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ayşe Surucuyê, li hember binçavkirina ciwanan bertek nîşan da û diyar kir ku biryara binçavkirinê ne hiqûqî ye. Ayşe Surucuyê got ku DAIŞ û HTŞ komkujiyan dikin û ciwan ji bo protestokirina vê yekê hatine Tirkiyeyê, lê tên girtin û bi dersînorkirinê gef li wan tê xwarin. Ayşe Surucuyê got: "Em, ciwan, DAIŞ û HTŞ'ê protesto dikin, lê em rastî zextên Tirkiyeyê tên. Çima ev zext çêdibe? Çima hûn li heman cihî bi kesên ku Kurdan qetil kirine re radiwestin? Em vê zextê, vê têgihîştinê û vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Rojava, rûmeta me ye. Têkoşînek bi pêşengiya jinan hat dayîn û tevahiya cîhanê vê yekê dizane."