Ciwanê Kurd Taşar ji aliyê hezaran ve hat birêkirin

Ciwanê Kurd Taşar ji aliyê hezaran ve hat birêkirin

Cenazeyê Ozgur Taşarê ku duh di mûdaxeleya piştî merasima cenazeyê gêrîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) de bi guleya polîsan jiyana xwe jidest dayî îro ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin. Piştî merasima cenaze bi hezaran kes ber bi mala şînê ya gêrîla Cengîz Ozek ve meşiya. Polîsan dîsa bi bombeyên gazê mûdaxaleyî girseyê kir.

Ozgur Taşar (17) yê ku duh di mûdaxaleya polîsan a piştî merasima cenazeyê gêrîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) de bi guleya polîsan hate qetilkirin bi tevlîbûna bi hezaran kesî hat veşartin. Malbata Taşar vê şeveqê cenazeyê Ozgur Taşar ji nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Wanê girtin û bi karwana ku ji sedan wesayîtî pêk dihat anîn navçeya Gevera Colemêrgê. Cenazeyê Taşar li navenda sûkê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşmeyên "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Cenaze anîn mizgefta navendê ya li taxa Kişlaya berê û li vir wecibên olî hatin pêkanîn.

‘ÊŞ Û HÊRSA ME MEZINE’

Piştre girseyê darbesta Taşar danî ser milê xwe û ber bi goristana Bajêrgehê ve meşiya. Ciwanan di refên pêş de cih girtin. Welatiyên derûdor jî meşvan bi çepikan silav kirin. Di meşa ku posterê Taşar hat vekirin de bê navber dirûşme hatin berzkirin. Piştî meşê girseyê li ser goristanê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest daye rêz girtin û sirûda "çerxa şoreşê" xwendin. Piştî ku girseyê Taşar veşart Serokê BDP'a Geverê Rustem Demîr axivî û da zanîn ku di nava 3 rojan de 3 cenaze hatine navçeyê û got; "Lewma êş û hêrsa me mezine."

‘EV MIRIN NE TESADÛFIN’

Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt jî anî ziman ku bi qetilkirina Ozgur re kujeran digerin û wiha axivî: "Bila kesek kujeran negere, kujer diyarin û li holê ne. Gelê kurd gelek caran rastî van senaryoyan hat. Kujerên Ozgur jî berpirsên kujeran jî li Enqereyê ne. Kujer û berpirsyarê Ozgur hikûmeta AKP'ê ye. Yên pirsgirêka kurd kûr dike berpirsên qetlîamê ne. Ev mirin ne tesadûfî ne. Di dema ku duh li Amed û Colemêrgê gêrîla dispartin axê di heman demê de mûdaxele pêk dihatin. Dema ku hûn li vê tabloyê baş binêrin hûnê bibînin ka kujer û berpirsyarên komkujiyan kî ne. Ji yên dibêjin Kurdê herî baş kurdê mirî ye dê ev gel teqez hisabê bipirse."

Piştre girse ber bi konê şînê yê ji bo gêrîla Cengîz Ozek hatiye danîn ve dest bi meşê kir. Lê polîsan dîsa li ser riya Şemzînanê bi bombeyên xazê û ava şid mûdaxaleyî girseyê kir. Girseyê jî barîqat danî ser rê û bûyer rû dan. Bêyerên navçeyê berdewam dikin.