Ciwanê Ereb ê diçe Minbicê azad bike

Operasyona Rizgarkirina Minbicê, di 1'ê Hezîranê de bi daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi coşeke mezin destpê kir. Operasyon li ser daxwaza gelê Minbicê hat destpêkirin.

Gelên Ereb, Tirkmen, Ermenî, Asûrî-Suryanî ên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi gelê Kurd re dijîn naxwazin êdî li ser xaka xwe çeteyên DAIŞ'ê bibînin. Bi vê armancê xwe ji aliyê leşkerî û siyasî ve birêxistin kirine. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di vî warî de bûye hêviya gelên li herêmê, dest bi operasyona rizgarkirina Minbicê kir.

WÊ XAKA LÊ JI DAYIK BÛYE Û MEZIN BÛYE, AZAD BIKE

Şer ne tenê azadî, çîrokên veşartî jî eşkere dike.

Bedewî ciwanekî Ereb ê ji Minbicê ye. 25 salî ye. Cihê lê ji dayikbûye û mezin bûye Minbic e. Li vî bajarî şer kir û ji ber birîndar bû, neçar ma biterikîne. Niha dîsa ji bo şer li bajarê xwe vedigere.

Bedewî şervanê Tabûra Şems Şîmal e ku yek ji pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye. Şervanên vê tabûrê bi giranî ji ciwanên Ereb pêk tê. Tabûr hêzeke leşkerî ye ku ji Artêşa Azad a Sûriyeyê qut bûye, lê dîsa jî xwe bi wî navî pênase dike. Bedewî dema DAIŞ'ê êrîşî Minbicê kir, weke şervanekî Artêşa Sûriyeya Azad li hemberî DAIŞ'ê şer kir û birîndar bû.

Bedewî bi Tirkî dizane. Kalkê wî ji Dîlokê koçî Minbicê kiriye. Beriya niha tevî malbata xwe li gundekî bajarokê Tişrînê yê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat rizgarkirin, dijiya. Malbat li benda vegera li Minbicê bû. Ji zarokên malbatê Bedewî ji bo ev bendewarî di demeke kurt de pêk were, tevî ku birîna wî baş nebûye jî cihê xwe li eniya berxwedanê girt.

DI SALA 2014'AN DE HAT DAGIRKIRIN Û TALANKIRIN

Nifûsa Minbicê bi qasî sed hezar e. Dîroka xwe digihêje heta dema Asûriyan. Ji ber ku li bajarekî li ser rêya bazirganiyê ye, timî hatiye dagirkirin û talankirin. Ji sedî nod ê bajêr ji gelê Ereb pêk tê; yên mayî jî Kurd, Tirkmen û Çerkes in. Herî dawî, di 22'ê Çileya 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê li vî bajarî dest bi talan, dagirkerî û zilmê dikin.

'MISILMAN Û EREBAN TEMSÎL NAKIN'

Bedewî dibêje, tevî ku DAIŞ dibêje ew li ser navê Misilmantiyê şer dike jî, Misilmantiyê, gelê Ereb temsîl nake. Bedewî di şerê li hemberî DAIŞ'ê de ji her du milên xwe birîndar bû. Piştre tevî malbata xwe, xwe li Kobanê girt. Bi baweriya ji xwe ya gelê Rojava re fêm kir, ku 'efsaneya têk naçe' ya DAIŞ'ê ne rast e. Bi vî rengî hem weke hêzeke leşkerî hem jî tevî malbata xwe vegeriya xaka xwe.

Bedewî bi coş û kêfxweşiyeke mezin cihê xwe di nava Operasyona Rizgarkirina Minbicê de digire. Birînên wî hînê baş nebûye. Bi şerê ji bo xaka xwe, hewl dide birînên xwe bipêçe.