Hate zanîn ku ciwanê bi navê Kemal Kar yê ku di bûyerên çend roj berê li Cizîrê pêk hatin de birîndar bû û ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan ya Cizîrê îşkence dîtiye. Hate zanîn ku, Kar ji ber îşkenceyê ne baş bû û wî rakirin nexweşxaneyê. Dayika Kar Asya kar diyar kir ku kurê wî 3 roj li nexweşxaneyê di beşa giran de hatiye razandin.
Li Navçeya Cizîr ya Şirnexê di 10'ê Pûşberê ji bo şermezarkirina girtina li Wanê pêk hatin komek ciwan li Taxa Nûr hatin cem hev û çalakî li dar xistibûn. Polîsan mudaxaleyî ciwanan kiribû û di navbera polîs û ciwanan de pêvçûn derketibû. Di bûyeran de bombeyekî dengê nêzî ciwanên 18 salî Kemal Kar teqiya bû û Kar ji zikê xwe birîndar bibû. Dema Kar rakiribûn nexweşxaneyê û dermankirina wî didomiya ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û biribûn Miduriyeta Polîsan ya Cizîrê. Li gorî agahiyên ku hate bi dest xistin Kar li Miduriyeta Polîsan ya Cizîrê îşkence dîtiye û ji ber îşkenceyê nexweş ketiye, wî rakirine nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku, li rû û milên Kar şînbûn pêkhatiye û ji aliyê polîsan ve li ser birînên derb hatiye kirin. Kar piştî 3 rojan rakirin beşa giran a nexweşxaneyê.
Dayîka Kar Asya Kar ji ajansa nûçeya ya DÎHA’yê re axivî û destnîşan kir ku, bêyî ku bê girtin tenê di zikê kurê wî de birînên şewatê hebû, lê piştî ku kurê wî girtine bin çavan hatiye îşkencekirin. Kar wiha got: "Kurê min 3 roj di beşa giran de hate razandin. Li emnîyetê polîsan bi awayekî pir tund li kurê min dane. Ev tiştekî dervey mirovahiyê ye. Em vê qebûl nakin. Kurê min hîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê radize. Niha rewşa wî ber bi başiyê ve diçe. Lê polîs destûr nade ku ez kurê xwe bibînim." Dayîka Kar ji rayagiştî û saziyên sivîl yên civakî alîkarî xwest.