Ciwanan li dijî tecrîdê rêya Amed û Êlihê li trafîkê girtin

Ciwanan li dijî tecrîdê rêya Amed û Êlihê li trafîkê girtin

Komek ciwan li Bismilê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, riya Amed û Êlihê ji trafîkê re girtin û çalakî li dar xistin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê komek ciwan şeva din demjimêr nêzî 21.00'an ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan riya navbera Amed û Êlihê ji trafîkê re girtin û çalakî li dar xistin. Ciwanan li ser rê li hev civiyan û dirûşmeyên ku dilsoziya xwe bi Ocalan re tînin ziman berz kirin.

Ciwanan wesayîtên li ser rê rawestandin û fîşekên hewayî teqandin. Koma ciwanan herî dawî ber bi taxê meş li dar xistin û çalakiya xwe bi dawî kirin.