Civaka Êzidî çû serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YBŞ’ê hat vedan
Konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YBŞ'ê Rêbaz Tilqesap ê roja 7'ê Hezîranê tevî hevalê xwe Xebat Çavreş di qezayekê de jiyana xwe ji dest dabûn hat vedan, ji aliyê bi sedan kesî ve hat ziyaretkirin.
ANF
ŞENGAL
în, 10 pûşperê 2016, 08:01
Ji bo şervanê YBŞ'ê Rêbaz Tilqesap (Îsmaîl Brahîm) ê di 7'ê Hezîranê de tevî hevalê xwe Xebat Çavreş (Mehmet Karakaş) di qezayekê de jiyana xwe ji dest da, li çiyayê Şengalê konê sersaxiyê hat vedan.
Endamên Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê, Êzidiyên li kampa Newrozê ya Rojavayê Kurdistanê dimînin, YBŞ/YJŞ, TEVDA û bi dehan mirovên ji civaka Êzidî çûn serdana konê sersaxiyê.
'EM ÊZIDÎ ÊDÎ DIZANIN XWE ÇAWA BIPARÊZIN'
Li ser navê Êzidiyên ji kampa Newrozê hatî Qasim û Zehra axivîn û diyar kirin, bi fermana 73’an re êdî wan xwe naskirine û gotin: "Em êdî dijmin û dostê xwe baş nas dikin. Bi vê fermanê me rêxistin û hêza xwe ava kir. Ev ne fermana yekê ye ku hatiye serê me Êzidiyan. DAIŞ dijminê mirovahiyê, ekolojî û xwezayê ye. Lê îro em baş dizanin ka em Êzidî çawa xwe biparêzin. Ew jî bi saya fikirên Rêber APO pêk hatiye."
Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Dayê Hezar axivî û sersaxî ji malbata Rêbaz re xwest. Dayê Hezar destnîşan kir, ku ew ê heya dawiyê li ser şopa şervanên Êzidîxanê bimeşin.
'ŞERVANÊN YBŞ/YJŞ'Ê ZAROKÊN ME HEMÛ ÊZIDIYAN E'
Mamosteyên dibistana zimanê Kurdî ya li Şengalê Mamoste Riham û Faris jî peyivîn û ragihandin, her ciwanek Êzidî dema tevlî YBŞ/YJŞ'ê dibin û canê xwe ji bo me dikin feda, ew êdî ciwan û zarokên hemû malên Êzidiyan e.
Mamosteyan gotin: "Her şehîdek mîna Rêbaz dema şehîd dikeve, hêz û baweriya me Êzidiyan bêhtir nêzî serketinê dike."
'DEMA AX BI XWÎNA CIWANAN BÊ AVDAN, LI WÊ AXÊ CIHÊ XIYANETÊ NÎNE'
Li ser navê YJŞ’ê jî Dersîm Şengalî axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Şengalî soz da, ku weke YBŞ/YJŞ'ê heya Êzidîxanek azad wê li ser şopa şehîdan bin.
Li ser navê malbata Rêbaz jî Kawa û xwişka wî axivîn, xêrhatin mêvanan kirin û spasiya serdana sazî û gel kirin. Malbatê got: "Ev şehîdê me yê duyemîn e. Em bi vê serbilid in. Ji ber ku axek dema bi xwîna ciwanan were avdan xiyanet lê tine, ji derveyî azadiyê."
Girseya gel li vê derê dirûşmeya "Şehîd Namirin" qîriya.