Çîrokek berxwedanê ya bi gotina ‘Divê li dijî van em li ber xwe bidin’ dest pê kir

Rêwîyek azadiyê ya li dijî zilm û zexta li ser gelê Kurd ji Gimgimê berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji vir çû Şengalê û ji Şengalê jî cihê xwe di refên têkoşînê yên berxwedana xwerêveberiya Nisêbînê de girt: Endama YPS-JIN’ê Binevş Gimgim.

Li dijî dagirkeriya ku dewletên serwer li Kurdistanê li ser esasê zext û tepisandina gelê Kurd didin meşandin, Têkoşîna Azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin heta niha ji sed hezaran ciwanên Kurd re bû deriyê hêviyê. Ciwanên Kurd ên ku li dijî zilma dewleta Tirk a li bajarên Kurdan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, di nav refên têkoşîna azadiya de cihê xwe girtin, ji bo azadiya gelê Kurd bi bedela canê xwe bêyî dudilî dikevin nav şerekî bêeman.

Yek ji van têkoşerên azadiyê jî Ayşe Karaca ye. Li gundê Leylek ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê sala 1997’an hatî dinê û yek ji ferdên malbata Karaca ye ku xwişkek û sê birayên wê hene.

MEŞA AZADIYÊ YE KU JI GIMGIMÊ HETA ŞENGALÊ Û JI VIR BER BI NISÊBÎNÊ DIRÊJ DIBE 

Karaca ya ku zilma dewleta Tirk a ku bi naveroka înkar û îmhayê bi ser gelê Kurd tê qebûl nake, sala 2014’an meha Mijdarê bi 2 xizmên xwe re berê xwe didin qadên azadiyê, tevlî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurd dibin. Li vir Karaca navê xwe dike Binevş Gimgim, li ser êrîşa dijminê mirovahî çeteyên DAÎŞ’ê ya bi ser Kurdên Êzidî ku bi armanca qirkirina 74’emîn pêk tê, derbasî Şengalê dibe, li dijî van çeteyên dijminê nirxên gerdûnî dikeve nav têkoşînek bêeman. Piştre, li ser êrîşên dewleta Tirk a bi destên çeteyên AKP/Qesrê bi ser bajarên Kurdan pêk tê, di nav refên YPS-JIN’ê de cihê xwe di berxwedana xwerêveberiyê de digre, di berxwedana navçeya Nisêbînê de piştî têkoşîna dîrokî Tebaxa 2016’an tevlî karwanên nemiran dibe.

Têkîldarî meşa azadiyê ya Binevş Gimgim ku ji Gimgimê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji vir jî ber bi Şengalê û ji Şengalê diçe heta qada xwerêveberiyê Nisêbîna Mêrdînê, dayik û bavê wê ji ANF’ê re axivîn.

‘NIRX DIDA KEDÊ’

Bav Fesîh Karaca ragihand ku endama YPS-JIN’ê Ayşe Karaca beriya tevlî refên azadiyê bibe bi her kesî re li hev dikir, destnîşan kir ku keça wî hê ji zarokatiya xwe ve lêpirsîna dewletê dikir. Bav Karaca diyar kir ku keça wî Ayşe nirx dida kedê û li dijî mêtingeriyê tijî hêrs bû û wiha dewam kir; “Ayşeya min, mirovek ewqasî paqij bû ku hem bi derdorê hem jî bi malbata xwe re her tim baş bû. Kesek di halê xwe de bû. Piştî dibistana seretayî bi dawî kir, nema çû dibistanê. Lê, hê ji zarokatiya xwe ve xwedî ew sekin bû ku lêpirsîna dewletê dikir. Dema li malê bû piranî bi karên destan re mijûl dibû. Nirx dida kedê. Ew tiştên ku mirov bi destên xwe çêdikin her tim ji bo wê bi qiymet bûn. Bi hezkirinek pir cuda nêzî heywanan dibû. Li gund baxçeyekî me yê mezin hebû û Ayşeya min her tim bi baxçe, xweza û heywanan re mijûl dibû.”

‘BÊRÎ DIKIM, XEMGÎN DIBIN, LÊ BI BERXWEDANA KEÇA XWE BI HÊZ DIBIM’

Bav Karaca îfade kir ku hê di temenê biçûk de jî keça wî Ayşe xalê xwe yê tevlî refên PKK’e bibû dipirsî û meraq dikir, got; “Ayşe hê biçûk bû û xalê wê tevlî refên PKK’ê bibû. Carîna xalê xwe ji me dipirsî, lê gelekî pê nediket. Lewre jî em ne bawer bûn ku fikrekî wisa yê keça me hebe. Her tim di hundirê xwe de mezin kir, bi sîstemê re şer dikir. Dem bi dem li têketina gundê me çalakiyên girtina rê çêdibûn û keça min her tim tevlî dibû. Tevlîbûna wê em şaş nekirin, lê ji nişka çêbû. Piştre me ti agahî jê negirt. Lê, me dizanîbû tevlî refan bûye. Min bihîst ku li Şengalê ye, lê min nizanîbû derbasî Nisêbînê bûye. Birayê min agahiya şehadetê ji Ajansê bihîstiye. Derengê êvarî bang li min kir û ragihand. Pê hesiyam ku li Nisêbînê şehîd bûye…

Ji ber bû parçeyeke vê têkoşîna mezin, ji bo doza xwe, gelê xwe, ji ber di wî temenê biçûk de li ber xwe dan, ez çiqasî jî serbilindiya xwe bînim zimên kêm e. Bi salan e bi hezaran ciwan, bi hezaran gerîla ji bo vê têkoşînê şehîd bûn û ji ber keça min jî bû parçeyeke ji vê, ez serbilind im. Bêrî dikim, xemgîn dibin, lê bi berxwedana keça xwe bi hêz dibim.”

‘DIVÊ LI DIJÎ VAN EM LI BER XWE BIDIN’

 Dayik Şayîde Karaca jî got, “Keça min gelek jîr bû, bi saetan me sohbet dikir û her tim behsa tiştên xweşik dikir”, diyar kir ku keça wê ya her tişt pê re parve dikir têkîldarî tevlîbûna xwe tiştek pê re parve nekiriye û hest û fikrên xwe bi lêv kirin.

Dayik Karaca ragihand ku keça wê Ayşe beriya tevlî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurd bibe, dema bi hev re li televîzyonê temaşe dikirin û her ku zilm û zexta ku dewleta Tirk li gelê Kurd dikir didît, tişt di ber xwe re digotin û gelekî aciz dibû, diyar kir ku keça wê Ayşe gotiye “Divê li dijî van em li ber xwe bidin. Pêwîst e gelê Kurd li ber xwe bide” û wiha dewam kir; “Dilê însan dişewite, lê tê çi bike. Ez gelekî bêriya wê dikim. Her roj diçim ser gora wê û bi saetan pê re daxivim. Serbilind im, lê bêriyê dikim. Ev dewlet wê rojekê hesab bide. Wê bedelê kuştina ewqas ciwanî bide. Xwedê sebrê bide me û tevahî dayikan.”

 

...