'Cihgirtina li nava refên YPS'ê çalakiya herî bedew e'
Gerîlayên komploya navneteweyî nirxandin, bal kişandin ser girîngiya berxwedana YPS'ê ya li dijî zilm û komkujiyan û gotin, "Dijderketina li komkujiyan karekî pîroz e. Li cîhanê çalakiya herî bedew, cihgirtina li nava refên YPS'ê ye."
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 14 reşemiyê 2016, 08:14
Gerîlayên komploya navneteweyî nirxandin, bal kişandin ser girîngiya berxwedana YPS'ê ya li dijî zilm û komkujiyan û gotin, "Dijderketina li komkujiyan karekî pîroz e. Li cîhanê çalakiya herî bedew, cihgirtina li nava refên YPS'ê ye."
Gerîlayên HPG’ê der barê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Ji gerîlayan Mervan Xwecik diyar kir ku çawa wan li Kobanê dagirkerî têk birin, wê li Sûr û Cizîrê jî bi heman ruhê ve deshilatdariyê têk bibin.
Gerîla Mervan Xwecik ev nirxandin kir; "Ez despêkê wek mîlîtanekî têkoşîna tevgera azadiyê silavên xwe ji hemû gel re dişînim. Îro li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşînek mezin li hember deshilatdariyê tê dayîn. Li hember van dewletên dagirker ji bo ku îradeya gelê Kurd û hemû gelên bindest tine bikin, her cure êriş dane meşandin. Komploya 15’ê Sibatê ji bo me wek rojek reş e. Hêzên dagirker bi vê komployê ve xwestin ku îradeya gelê Kurd bişikînin û di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tine bikin. Îro li Bakurê Kurdistanê li Sûr, Cizîr, Silopiya û hwd. gelê me bi berxwedaneke mezin ve li hember deshilatdariyê têdikoşe. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê bi hêza felsefe û îdeolojiya Rêber Apo ve vê têkoşîna xwe bide meşandin û komployê bi têkoşîna xwe ve têk bibe. Çawa ku li Kobanê hêzên komploger xwestin ku îradeya gelê Kurd bişikînin, lê bi têkoşînek mezin gel ev pûç kir û serketinek mezin bi dest xist, îro jî gelê me wê dîsa bi têkoşîna xwe ve serketinên mezin dexîne holê. Îro dibe ku Rêber Apo di warê fîzîkî de ne li gel me be. Lê îdeolojî û felsefeya Rêbertî di nav me de her tim zindiye û jiyanî ye."
Di dawiya axaftinên xwe de Xwecik banga tekoşînê li tevahiya gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Ez bang li hemû gelê me dikim, ne tenê gelê bakur li hemû Kurdên li her derî pêwîste bê deng nemîne û rabe ser piyan. Îro em dibînin ku li bakur gelê me qetil dikin, lê em vê rastiyê baş dizanin ku wê gelê me dîsa jî bi berxwedana xwe ve vî dijminî têk bibe. Ez bang li gelê Tirk jî dikim, pêwîste ew jî li hember van êrîşan bê deng nemînin. Ew jî pêwîste di ferqa vê rastiyê de bin. Îro yê ku Kurdan qetil dike, wê sibe wan jî qetil bike. Ez di dawiyê de ji hemû gelê me re serketinê dixwazim û ez dibêjim ku serketin nêzîk e."
'ÎRO LI SÛR Û CIZÎRÊ BI RUHÊ RÊBER APO TÊKOŞÎN TÊ MEŞANDIN'
Ji gerîlayan Mordem Baz jî destnîşan kir ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê pûçbûna komployê diyar dike. Di berdewamiya axaftina xwe de gerîla Mordem wiha peyivî; "Hemû hêzên cîhanê yên dagirker yekbûyînek di nav xwe de ava kirin, ji bo ku li ser Rêbertî û gelê Kurd komployek bi vî awayî pêk bînin. Armanca wan ew bû ku Rêbertî tesfiye bikin û di şexsê Rêbertî de gelê Kurd, tevgera azadiyê jî tesfiye bikin. Lê komplogeran tişta ku dixwestin pêk bînin, negihîştin vê armanca xwe. Ev komplo bi hêza Rêber Apo, tevgera PKK’ê û bi hêza gelê Kurd hat pûçkirin. Îro mînakê vê heye. Mînaka wê em li Rojava, li Kobanê û îro li Bakurê Kurdistanê dibînin. Îro li Sûrê, Cizîrê, Geverê bi ruhê Rêber Apo têkoşîn tê meşandin. Ev jî dide nîşandan ku komplo vala derketiye. Di şertên Îmraliyê de Rêber Apo berxwedanek pir mezin pêş xist. Îdeolojî û paradîgmayek nû da afirandin û gelê Kurd jî îro hêza xwe ya herî mezin ji vê îdeolojiyê digire. Wan wisa difikirîn ku wê di Îmrali de Rêber Apo tesfiye bikin. Lê ew ne di vê ferqê de bûn, Rêbertiya me di şexsê xwe de temsîliyeta hemû gelê Kurd dikir. Îro li Bakurê Kurdistanê berxwedanek pir mezin li kolanan de tê dayîn. Ev gel êdî dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Em jî wek mîlîtanên vê tevgerê di sala 2016’an de dixwazin Rêber Apo bi fizîkî azad bikin. Em vê sozê didin ku em ê di vê salê de Rêbertiya xwe di warê fîzîkî de azad bikin."
'DI NAVA REFÊN YPS'Ê DE CIH GIRTIN ÇALAKIYA HERÎ BEDEW E'
Herî dawî gerîlayê bi navê Azad Ozgur bal kişand ser têkoşîna li hember komployê û ev nirxandin kir: "Di serî de Rêber Apo, gelê me yên ku li Sûr û Cizîrê li ber xwe dide, dîsa li her derê cîhanê gelê me yê ku li ber xwe dide silav dikim. Dema ku mirov difikire, komplo çi ye? Komplo qetlîama ku îro li Cizîrê tên kirine, bê qural û pîvan şewitandina gelê me ye, rêxistinbûyîna wan ji holê rakirine, rêbertiya wan ji holê rakirine ji ber vê êrîşî Rêber Apo kirin. Di dîrokê de Kurdan her tim winda kiriye. Çima? Ji ber ku her tim nebûbûn xwediyê rêxistinbûyînek rast, nebûne xwediyê rêveberiyek rast, ji ber vê jî ti caran di dîrokê de firsendên ku derketine pêşiya wan nikaribûne rast binirxînin. Cara yek Kurd bi rêberiya Rêber Apo gihiştin rêxistinbûyînek rast. Komplogeran jî ev dîtin û wisa fikirîn ku Rêber Apo ji holê rabikin wê gelê Kurd û îdeolojiya Rêbertî ji holê rabikin.
Komploya 15’ê Sibatê hemû hêzên kapîtalîst a modernîte û deshilatdar li gor berjewendiyê xwe hatin gel hev û bûn yek, ev komplo wisa pêk anîn. Li hember vê Rêber Apo li Îmralî li ber xwe dide, Cizre û Sûr li ber xwe dide, li cihên ku Kurdên azad hene li ber xwe dide. Komplo jî hê berdewam dike, xilas nebûye. AKP- DAIŞ û di şexsê hin hevkarên wan de komplo berdewam dike. Li Cizîr, Sûr, Cenevre, Rojava û Şengalê ev komplo berdewam dike. Tenê armanca wan Kurdan ji holê rakirine. Kurd bi hezar salane di van axan de jiyan kirin, di vê axê de jiyana xwe afirandin, zimanê xwe afirandin, rêgezên xwe afirandin, çanda xwe afirandin, her tiştê xwe di vê axê de afirandin. Îro jî dibêjin ez di axa xwe de, gundê xwe û bajarên xwe de dixwazim xwe bi xwe bi rê ve bibim. Lê ew dibêjin, 'na em ê we bi rê ve bibin.' Ji ber ku wan hebûna xwe bi ser binpê kirina mafê me ve afirandin. Pêwîste em wan baş nas bikin, ger em wan baş nas bikin em ê xwe jî baş nas bikin.
Pêwîste li hember van qetlîaman em li ber xwe bidin. Li hember van qetlîamên hovane sekinandin mafekî pîroz e, karekî pîroz e. YPS mînaka vê ya herî xweşik e û ya herî pîroz e. YPS li hember van disekine, YPS zanebûneke, fikreke. Pêwîste her kesek di YPS’ê de cih bigire. Îro di nava rêfên YPS’ê de cih girtin, di cîhanê de çalakiya herî bedew e. Pêwîste her kesek vê çalakiyê pêk bîne. Li hember qetlîamên hovane, li hember polîtîkaya îmha û înkarê tenê em dikarin wisa bisekinin. Li hember zîhniyeta AKP’ê ya tarî, tenê em dikarin bi çalakiyek wisa ronî ve bersiv bidin. Wê demê em dikarin xwedî li gundên xwe, çiyayên xwe û bajarên xwe derbikevin. Bêguman pêwîste em vê jî ji wan re bêjin, wan pir mirovên me qetil kirin, duh jî kirin, îro jî dikin û wê sibe jî bikin, lê Esad jî pir qetlîam kirin, Sadam jî kirin lê îro encam li holê ye. Wê dawiya Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê jî wisa be. Her wiha pêwîste Kurd jî li ber xwe bidin. Kurd li ber xwe didin, her cihê ku Kurdên azad lê heye berxwedan berdewam dike û wê bi ser bikeve."