Îro Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî li gel Cîgirê xwe Aram Şêx Mihemed re serdana Polîtbûroya Siyasî ya YNK’ê kir û ji aliyê Berpirsê Rêveberiya Polîtburoya Siyasî yê YNK’ê Mela Bextiyar ve hat pêşwazîkirin. Piştî bidawîbûna civînê, Mela Bextiyar û Selîm Cibûrî derketin pêş çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamegeran dan.
Mela Bextiyar axivî, diyar kir ku Iraq di rewşek xeter û dijwar re derbas dibe û got; “Em ê hewl bidin ku pirsgirêkên mezin ên Iraqê çareser bikin û pêwîst e rê nedin ku ev dubare bibin.”
‘DIVÊ DAXWAZÊN KURDISTANIYAN ÊN LI SER MADEYA 140. BÊNE ÇARESERKIRIN’
Mela Bextiyar di dewama axaftina xwe de wiha ragihand; “Rewşa Iraqê di aliyê siyasî, parlamento û rêveberiyê de baş nîne. Belê em ê nebin beşek ê kûrkirina aloziyan. Weke aliyên siyasî yên Herêmê em ê kom bibin û li ser rewşê nîqaş bikin. Nêrînên alî û xelkê guhdar bikin û piştre biryar bidin ka bê em çi bikin. Li gor YNK’ê divê ev rewşa li Iraqê rû daye, divê dubare nebe. Her wiha divê ji bo çareseriya pirsgirêkan li Iraqê lihevkirinek çêbibe. Her wiha daxwazên Kurdistaniyan ên li ser madeya 140. bêne çareserkirin. Em beşeke ji destûr û qanûnên Iraqê ne. Em ê derfet nedin ku pirsgirêk mezintir bibin.”
‘TEVLÎBÛNA KOMÊN KURDÎ JI BO RÛNIŞTINÊN PARLAMENTOYÊ GIRÎNG E’
Piştî axaftina Mela Bextiyar bi dawî bû, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî axivî, wiha got; “Biryar wisa ye ku parlamento careke din dest bi karên xwe bike. Pêwîst e em hewldanên xwe bikin yek. Ev ji bo berdewamkirina xebatan girîng e. Tevlîbûna komên Kurd a di rûniştinên parlamentoyê de girîng e. Divê hevrûbûna pirsgirêkan pêk were. Bi taybetî li ser karên hikûmet û parlamentoyê rawestin. Her wiha li ser pêkhatina reformê divê em li hev bikin.”
Cibûrî di dawiya axaftina xwe de wiha jî ev anîn ziman; “Pêwîst e hemû alî tevlî rûniştina parlamentoyê bibin. Em niha ji bo gihiştina encamekê nîqaşan dikin. Hemû nêrînên îro me guhdar kirin girîng in. Rûniştina parlamentoyê bêtevlîbûna komên Kurdî pêk nayên. Ji bo yên êrîşî parlamentoyê kirine jî em ê li gor qanûnê tiştên pêwîst bikin.”
Her wiha Selîm Cibûrî îdîayên wek wê îro li gel Serokê PDK’ê bicive jî red kir.