CHP’ê ji bo Aygun alîkarî ji BDP’ê xwest

CHP’ê ji bo Aygun alîkarî ji BDP’ê xwest

CHP’ê ji bo Parlementerê xwe Huseyîn Aygun yê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve duh li Dêrsimê hatibû binçavkirin alîkarî ji BDP’ê xwest.

Piştî ku Aygun ji aliyê gêrîlayan ve hate binçavkirin, şandeyek 6 kesî ya parlementerên BDP’ê hatin Dêrsimê û bi Walîtiyê re hevdîtin pêkanîn. Piştî hevdîtinê çûn Şaredariya Dêrsimê ya BDP’ê. Li vir şandeya CHP’ê ya bi wekîla Şaredar Şahîn Kiliç re hevdîtin pêkanîn û ji bo serbest berdana Aygun alîkarî xwest. Şahîn Kiliça BDP’yî daxwaza şandeya CHP’ê erênî pêşwazî kir û got, ew dê alîkariya pêwîst bidin.

Di vê navberê de çav li rê ye ku, di demjimêr 17.00’an de şandeya CHP’ê bi hevjîna Aygun Emîne Aygun re civîna çapemeniyê li darxe. Her wiha çav li rê ye ku, di civîna çapemeniyê de dê banga serbest berdana Aygun ji PKK’ê bikin.