Çeteyên SÛK’ê yên girêdayî AKP’ê Şêx Meqsûdê topbaran dikin
Çeteyên SÛK’ê, ji Taxa Bustan Paşa ve Taxa Şêx Meqsûdê topbaran dikin.
Çeteyên SÛK’ê, ji Taxa Bustan Paşa ve Taxa Şêx Meqsûdê topbaran dikin.
Çeteyên girêdayî qaşo Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê ku AKP/Qesr piştgiriya wê dikin, îro di saet 15:15’an de ji çeperên Taxa Bustan Paşayê ve Taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin.
Heta vê gavê 5 topên hewanê yên çeteyan li taxê ketine.
Di êrîşên çeteyên SÛK’ê yên ji 16’ê Sibatê heta niha ve 117 sivîl hatine qetilkirin, piraniya wam zarok û jin bi giştî 800 kes birîndar bûne. Di êrîşên çeteyan de nêzî 2 hezar mal û kargeh jî bêkêr bûne.