Çeteyên Qesrê li Şirnexê malan dişewitînin
Çeteyên Qesrê li Şirnexê obusan davêjin malan û dişewitînin.
Çeteyên Qesrê li Şirnexê obusan davêjin malan û dişewitînin.
Çeteyên Qesrê li Şirnexê obusan davêjin malan û dişewitînin.
Êrîşên qirkirinê yên li hemberî Şirnexê di roja 79'an de bi hemû hovîtiya xwe didomin. Hêzên artêşa Tirk a dagirker, yek bi yek avahiyên welatiyan bi obûsan hildiweşîne.
Çeteyên Qesrê di bin navê "qedexeya derketina derve" de ji 14'ê Adarê û vir ve li hemberî Şirnexê êrîşên qirkirinê didin meşandin. Li hemberî bajêr polîtîkayên hilweşandinê gav bi gav dikevin mer,yetê û tax bi obûs û tankan tên bombekirin.
Taxên bajêr bi maşînên zirxî yên ku çekên giran li ser hatine bi cihkirin tên gulebarankirin. Danê sibehê bi taybetî li Taxên Yenî û Bahçelîevlerê bi obûsan hat bombekirin.
Di êrîşên 79 rojan de avahiyên welatiyan yek bi yek hedef hatin girtin û bi hezaran avahî hatin hilweşandin. Li Taxên wekî Îsmetpaşa, Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Aydinlikevler, Dîcle û Cûmhûriyetê bi dehan mal dan ber agir û şewitandin. Ji ber ku çeteyên Qesrê çûyîna ekîbên agirkuj jî asteng dikin, bi rojan e avahî dişewitin.
Her wiha li bajêr tevgera balafirên bê mirov jî berdewam dikin. Ji hêla din ve gelek helîkopterên ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan radibin jî li ser herêmê tevgera wan didome.
Dîsa gelek qemyon û TIR'ên ku anîne bajêr jî bermahiyên hilweşandinan û alavên cuda ji herêmê dikişînin.