Çeteyên Qesrê bi ser mala Wekîla HDP’ê de girtin

Li Şirnexê çeteyên Qesrê bi ser mala Wekîla HDP’ê Leyla Bîrlîk de girtin, deriyê malê şikandin û di malê de lêgerînê dikin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 55 de dewam dike. Çeteyên Qesrê deriyê malê şikandin û bi ser mala Parlemetera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk de girtin.

Ji beriya niha jî tîmên taybet avêtibûn ser mala Parlamenterê HDP’ê yê Agiryê Bedran Ozturk, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan û Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Şirnexê Sekvan Kilinç. Dema ku ew ji mal derdiketin bi ser malên wan de girtin, rê nedan ku mifteya deriyan bînin, derî şikandin û lêgerîn di malan de dikin.

Oztûrk ,Kadirhan û Kilinç ji bo ji pirsgirêkên gelê ji Şirnexê derketine û li derdor bi cih bûne bibin bersiv, derketibûn derveyî bajêr, lê wesayîtên wan li ser rêya Şirnex- Sêrtê hatin rawestandin.

Tîmên taybet yên ku wesayît dan rawestandin, di derbarê ajokarên Kadirhan û Kiliç de bi îdîaya ku “Qanûna derketina kolanan îxlal kirine” lêpirsîn dan destpêkirin.