Çeteyên DAIŞ'ê yên li Silêmaniyeyê amadekariya êrîşê dikirin hatin girtin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, endamên DAIŞ'ê yên amadekariya êrîşê dikirin, ji aliyê tîmên Antî-Terorê ve hatin girtin.

Hat ragihandin, ku çeteyan amadekarî dikirin li mizgeftekê yan jî cihekî qelebalix êrîşê bikin.
Di operasyona tîmên Antî-Terorê û hêzên Asayîşê de, gelek çek û teqemenî hatin bidestxistin. Hat ragihandin ku koma çete ya hatiye girtin, ji Ereb û Kurdan pêk tê û amadekarî dikirin ku li mizgefta Huseyniye ya Silêmaniyeyê êrîşê bikin. Li gorî agahiyan vê koma çete, bombe û teqemeniyên TNK ji bajarokê Daqoq a bajarê Kerkûkê anîne Silêmaniyeyê.