Çeteyên DAIŞ’ê li bajarokekî girêdayî Cerablûsê qetlîam kir
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Xendûra ya girêdayî Cerablûsê 36 sivîl qetil kirine.
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Xendûra ya girêdayî Cerablûsê 36 sivîl qetil kirine.
Li gor nûçeya ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê cilên şervanên QSD’ê li xwe kirine û li bajarokê Xendûra ya 7 kîlometreyan li rojavayê Cerablûsê qetlîam kirine.
Welatiyan dema dîtin ku hinek şervan cilên QSD’ê li wan e, bi dirûşmeyên “Bijî Hêza Sûriyeya Demokratîk”, bang kirine.
Çeteyên DAIŞ’ê welatiyên ku bi navê QSD’ê bang kirine dîl girtine û li qada bajarokê Xendûre, serê kirin. Tê gotin ku di komkujiyê de 36 sivîl hatine qetilkirin.
Komên çete yên DAIŞ’ê di 6’ê Hezîranê de jî bi heman rêbazê ketin gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê. Dema ku şêniyên gund ên ku nizanibûn ew çete ne û di fikra wan de ku ew şervanên QSD’ê ne, ew bi germahî pêşwazî kirin. Piştî vê yekê çeteyan li gund komkujiyek hovane pêk anîn.