Çeteyên artêşa azad ên Tirkiyeyê êrîşî gundên Minbicê kirin
Komên çete yên dewleta Tirk, ku bi rengekî lihevkirî Cerablûs ji çeteyên DAIŞ'ê dewr girtin, êrîşî gundên Minbicê kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, komên çete duh êvarê êrîşî gundê Amarna yê Minbicê kirin, ku bi 8 kîlometreyan li başûrê Cerablûsê ye. Li ser vê yekê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo hişyarkirinê gule teqandin. Lê belê, ji ber ku êrîşa çeteyan dewam kir, şervanên Minbicî bersiv dan û şer derket. Şer hê dewam dike.
Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê Tirk Yildirim duh dabûn xuyakirin, ku hedefa wan a bingehîn Kurd in û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in.