Çeteyan êrîşî Şêx Meqsûdê kirin
Çeteyên SÛK’ê bi topên hewanê êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin.
Çeteyên SÛK’ê bi topên hewanê êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin.
Çeteyên SÛK’ê bi topên hewanê êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin.
Komên çete yên girêdayî qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ji saet 11.00’an ve bi topên destsaz, hewan û çekên giran êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de hate diyarkirin ku di êrîşê de ziyanên mezin gihiştine avahiyên şêniyan.
Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin:
“Komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê ku bermahiyên ENKS'ê jî cihê xwe tê de digirin, ji saet 11:00’an ve herêmên sivîl li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi topên destsaz, hawan û cûreyên cuda ji sîlahên giran bi dijwarî bombebaran dikin. Di êrîşên ku heta vê kêliyê berdewam dikin de ziyanên ciddî gihîştiye avahiyên welatiyan.”