Çeteya veşartî ya Reîs

Wêneyên derketin holê nîşan didin, ku Serokkomarê Tirk Erdogan bi çeteyên ji Asya Navîn û Kafkasyayê, komeke nû ya çeteyan ava kiriye.

Beriya niha bi du salan Eniya El Ekrad û Artêşa Şoreşgeran dabûn xuyakirin, ku li dora Helebê, bi taybetî li Şehbayê şervanên ji Tirkmenîstan û Asya Navîn tên şerkirin. Ev kesên li Sûriyeyê dihatin şerkirin, piştre di nava çeteya Sûltan Mûrad de birin Cerablûsê. Piştî ku DAIŞ'ê Cerablûs radestî artêşa Tirk û çeteyên wê kir, malbatên van kesan jî li Cerablûsê hatin bicihkirin.

Wêneyên çend ji van kesan, di rojên dawî de bi kincên Komando yên artêşa Tirk hatin weşandin. Ji van wêneyan tê fêhmkirin, gelek Tirkên ji Asya Navîn ên bi kincên artêşa Tirk digerin, cihê xwe di nava tabûrên çiya komando de digirin.

SÛSLÛHAN KORKMAZ KÎ YE?

Yek ji kesên di wêneyan de cih digire, kesekî bi navê Sûslûhan Korkmaz e. Gelek wêneyên vî kesî hene, ku xuya dike ev kes bi kincê komando li gelek herêmên Kurdistanê geriya ye. Hin ji wêneyên Korkmaz li çiyayên Kurdistanê hatine kişandin. Hin jî li bajarên bexwedana xwerêveberiyê Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Geverê hatine kişandin. Wêneyê xwe yê li Mûşê jî kişandiye, hene.

Korkmaz xwe weke 'Bi eslê xwe Kyrgyz e, lê li Enqereyê mezin bûye' pênase dike. Di beşa "Konservatûara Dewletê ya Kyrgyz Turkish Manas University"  xwendiye.

Cihê ku Korkmaz li Enqereyê wêne lê kişandiye, dişibe herêma Golbaşi. Ev yek jî nîşan dide, ku di salên bihurî deperwerdeya Tîmên Taybet a Daîreya Şerê Taybet dîtiye.

TABÛR Û TÎM HATINE AVAKIRIN!

Hin wêneyên Sûslûhan Korkmaz di nava tabûr û tîmên komando de hatine kişandin. Piraniya kesên di wêne de xuya dikin, ji Asya Navîn, ya jî ji Turkîstana Rojhilat in. Yek ji van wêneyên Korkmaz li cihekî çiyayî hatiye kişandin. Weke Tabûr nimêjê dikin. Wêneyekî din jî li navenda Tabûra Komando ya Sêyemîn hatiye kişandin. Tevî Sûslûhan Korkmaz, yek ji van kesên navê xwe eşkere bûye Îzettûllah Ozoglû ye. Ozoglû jî mîna Sûslûhan endamekî hêzên taybet e.

Kesên bi navê Cemîl û Îbrahîm Korkmaz jî, di wêne de xuya dikin. Ji ber heman paşnavî, tê texmînkirin ku ev xizmê Sûslûhan in.

KARTÊN KREDÎ Û BELGE!

Belgeya kontrola tenduristiyê ya Cemîl Korkmaz jî hatiye bidestxistin, ku ji bo forma serlêdana leşkeriya pispor a komando, pêşkêş kiriye.

Di vê belgeya Cemîl Korkmaz de nûmara nasnameya TC a bi hejmara 54685371122 nivîsandî ye. Ev belgeya li ser namzetiya Cemîl Korkmaz ji bo leşkerê pispor, ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Personelan a Hêzên Bejahî ve hatiye dayîn.

Di wêneyekî din de kartên kredî yên Cemîl Korkmaz xuya dike, ku ji Yapi Kredî, Bankayên Garantî û Zîraatê wergirtiye.

ÇETEYA VEŞARTÎ YA REÎS

Derket holê ku Erdogan bi tîm û tabûrên komando yên ji kesên ji Turkîstana Rojhilat û Kirgizîstanê pêk tê û li Kurdistan û Sûriyeyê wan dide şerkirin, çeteyeke veşartî ava kiriye. Li Komarên Tirkî, Mogolîstan û Turkîstana Rojhilat, hezkirina ji Tirkiyeyê û hestên neteweperestiyê, b, saziyên perwerdeyê, dersxane û lîseyên Fethûllah Gulen û li Kazakîstanê jî bi Zanîngeha Kazak Turk a Ahmet Yasevî, li Kirgizîstanê bi Zanîngeha Kirgizîstan Tirkiyeyê dest pê kirine. Piraniya kesên ji saziyên Gulen derbas bûn, ji bo xwendinê piraniya wan şandin Tirkiyeyê. Ev kesên niha di nava çeteyên Tirk de cih digirin, kesên li wan lîse û dersxaneyan perwerde dîtine.