Di 19'ê gulanê de li nêzî gundê Şêxcuma ya Bedlîsê gêrîlayên HPG'ê di kontrola rê de 6 cerdevan girtibûn. HPG’ê şevê din cerdevan serbest berdan û piştî îfadeyên cendirmeyan vegeriyan malên xwe.
Li gundê Şêxcuma yê herêma Hemkokê yê Bedlîsê gêrîlayên HPG'ê di 19'ê gulanê de li ser rê maşîne rawestandin û nasname kontrol kirin. gêrîlayan di kontrola nasnameyan de keyayek û 5 cerdevan, bi îdîaya di operasyona ku 15 gêrîlayên jin jiyana xwe ji dest dan de cih girtibûn şevê din serbest berdan. Gêrîlayan piştî 11 rojan keyayê Şêxcuma Arafat Melek û cerdevanên bi navê Îlyas Demîr, Davut Melek, Fesîh Bodur, Siddik Bodur û Burhan Çapar serbest berdan. Cerdevanên duh serbest hatin berdan ji aliyê Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan ve teslîm hatin girtin û pişt re çûn Qerqola Şêxcuma. Piştî îfadeyan cendevan vegeriyan malên xwe.