Piştî ku gerîlayên HPG’ê li ser rêya Bedlîs-Xîzanê rê kontrol kir û di encamê de 6 cerdevan girt, hemû cerdevanên Çeltîklîyê dest ji çekan berdan.
Gerîlayên HPG’ê li devera Hemkok a nêzî gundê Çeltîklî ya girêdayî navenda Bedlîsê rê kontrol kir û di encamê de 15 wesayîtan rawestandibûn. Di enamê de de keyayê gund ê cerdevan Arafat Melek û cerdevanên bi navê Îlyas Demir, Davut Melek, Fesih Bodur, Siddik Bodur û Burhan Çapar girtin biçnavan. Gerîlayan di dema çalakiyê de agir berdabûn wesayîta keyayê gund Arafat Melek.
Cerdevanek der barê mijarê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku piştî ev bûyer hat bihîstin, hemû cerdevanên gund Çeltîkliyê çekên xwe danîn. Çavkaniya nêzî cerdevanan ku nexwest navê xwe aşkere bike, ragihand ku cerdevanan li Fermandariya Qereqolê îtîraz kiribûn û nexwestin biçin operasyonên, pitşre biryar dan ku çekên xwe deynin û got ku piştî Waliyê Bedlîsê Nuretîn Yilmaz soz da ku ew ê neçin operasyonê, cerdevanên gund biryara xwe ya çekdanînê taloq kirin.
Çavkaniyê da diyarkirin ku piştî hat bihîstin gerîlayên HPG’ê 6 cerdevan girtine, 42 cerdevanên li gund, bi temam çekên xwe danîne û got; “Piştî ku xizmên me ji aliyê gerîlayan ve hatin girtin, me gelek caran bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anî, lê fermandarê qereqolê tenê ji me re gotin sebir bikin. Piştî ku xizmên me hatin girtin, rojek piştî wê gotin dê operasyon bê destpêkirin. Me ji wana re got ku ger hûn operasyon li dar bixin, dê jiyana xizmên me bikevin xeteriyê, me 42 cerdevanên gund çekên xwe danîn û nasnanameya xwe ya cerdevantiyê radestê Fermandariya Cendirmeyan a Çeltîkliyê kir. Em operasyon naxwazin, em dixwazin xizmên me bi rêya muzakereyan bên rizgarkirin.
Çavkaniyan cerdevanan da diyarkirin ku biryara wan a çekdanînê xwe digihîne salên 1990’an û diyar kir ku di sala 1991 de 17 cerdevan li gund hebûn û got “Ev her 17 cerdevan dema ji bo çekên xwe yên cerdevantiyê bidin Fermandariya Cendirmeya a Bedlîsê, diçûn, lê di rê de ji aliyê gerîlayan ve hatin rawestandin, çekên wan hatin desteserkirin, ji vana sê cerdevan bi hinceta “alîkarî dane gerîlayan” hatin darizandin.” Her wiha da diyarkirin ku piştî her sê cerdevan hatin girtin, Fermandariya Cendirmeyan a Qereqola Çeltîkliyê ji wan re got ku ger hûn çekên xwe nedeynin, ew ê her sê cerdevanên xizmên we serbest berdin. Cerdevan da ragihand ku di sala 1992’ê de li bejahiya navçeya Xîzanê 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û wana cenazeyên her 5 gerîlayan anî, di goristana gund de spartin axê.
Çavkaniyê da diyarkirin ku Walîtiya Bedlîsê û Fermandariya Cendirmeyan a Bedlîsê wisa nîşan da ku weke ku operasyon û pevçûnên li bejahiya Sêrtê pêk hatin, weke ku li gundê wan pêk hatiye û şer çêbûye û got; “Em berê li hemberî vê yekê derketin. Me bi dehan car ragihand ji ber vê daxuyaniyê gundê me bûye hedef. Me ji bo vê yekê gelek caran serlêdan kir. Me li hemberî vê yekê îtîraz kir. Lê piştî her pevçûn û operasyonan Walîtî û Fermandariyê navê gundê me dan û em kirin hedef.”
Xizmê cerdevana da diyarkirin ku ji roja şemiyê ve 42 cerdevanên li gund, bi temamî çûne çekên xwe yên cerdevantiyê dane Fermandariya Cendirmeyan a Çeltîklîyê û ew ê careke din çekan hilnegirtin. Her wiha got ku ew ji aqibet xizmên xwe yên hatine girtin bi hêvî ne.