Li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya "plana master" ku soz da ew ê "hejmara cerdevanan zêde bike", cerdevanê berê yê ji Roboskî Tahîr Encu axivî û destnîşan kir, ku cerdevanî polîtîkaya "qirkirina Kurdan bi destê Kurdan" bi nav kir. Encu da xuyakirin, ku ev polîtîka li Sûr û Cizîrê tê dewamkirin û banga "Neyên vê lîstikê" kir.
Encu ragihand, ku di sala 1993'an de bi zorê çek dane destê wan û ew kirine cerdevan û got, "Di sala 1993'an de piştî ku gundê me şewitandin, em girtin û xistin girtîgehê. Li wê derê zilm li me kirin. Dûre em bi zorê kirin cerdevan. Tevî ku em cerdevan jî bûn ti carî ji me bawer nekirin. Dema em cerdevan bûn jî me dizanîbûn cerdevanî ne tiştekî baş e. Her kes dizane ev tiştekî nebaş e."
Encu anî ziman, divê her kes ji dewletê re bêje "Em ê ji bo we şer nekin" û da zanîn ku dewlet polîtîkaya "qetilkirina Kurdan bi destê Kurdan" niha li Cizîr û Sûrê bi rêya cerdevanan dimeşîne. Encu got, "Cerdevanên nû tên wergirtin. Çekan didin milet. Divê kes vî karê gemarî neke. Bila ti kes zerarê nede gelê xwe. Bi vê yekê re nebaşiyê li mafên mirovan dikin. Mînak; li Sûrê çend kesan îstifa kirin? Çend kesan gotin, 'Em ê şer nekin'. Divê vê bikin. Pêwîste bêjin, 'em ê ji bo we şer nekin.""
Encu bang li Kurdan kir ku neyên lîstika dewletê û got, "Niha cerdervanan dibin li Sûr û Cizîrê li pêş xwe didin meşandin. Van derdixînin pêş. Dibin ser girên li van deran û ber didin nava herêmên mayinkirî. Dijmin e dibêje; bila hev du bikujin. Lewma cerdevanan derdixînin pêş. Berbazek an jî çawişekî pispor tê sixêfan li wan dike. Yanî ti qîmeta xwe nîne. Em 100 salên din jî xizmetê ji wan re bikin, ew ê ji me bawer nekin. Lewma divê gelê me neyê van lîstikan."