Li navçeya Elka Şirnexê cerdevanê binavê Yûnûs Cîn yê 32 salî dema ku li gel hevalên xwe yên cerdevan vê sibehê xwarina sibehê xwar û çû çanteyê xwe li cihê erkdare bigire, teqînek rû da û di teqînê de mir.
Li gel teqînê hêjmarek zêde ya tîmên komando yên cendirmeyan ya fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê veguhestin cihê bûyerê. Cerdevana ji fermandarê hate cihê bûyerê re gotin, “Leşkeran em weke pariyek xwarinê şandin vî girî. Beriya niha leşker hatibûn, pêwîstû beriya vê ev cih kontrol kiriban. Gotin, hevalê me Yûnûs dema çû çanteyê xwe yê piştê bîne teqînê rûda.”
Piştî rageşiya di navbera cerdevan û leşkeran de, termê Yûnûs Cîn jib o otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.