Çend wêne ji operasyona rizgarkirina Reqayê

Pêngava ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG/YPJ'ê di 5'ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja duyemîn de ye.

Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de ku bi navê 'Xezeba Firat'ê ji aliyê hêzên QSD, YPG/YPJ'ê ve tê meşandin, baskê ku ji Eyn Îsa bi rê ket, danê nîvro bi qasî 10 kîlometreyan ber bi Reqayê ve bi pêş ve çû. Baskê aliyê Silûkê jî bi 11 kîlometreyan bi pêş ve çû û gelek gund û gundik kontrol kir.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî bi rengekî aktîf tevî pêngavê divin.

Wekî din ‘Lîwa Siqûr El-Reqa, Lîwa El-Tehrîr, Lîwa Şuheda El-Reqa, Tûgaya Şuheda Hemam El-Turkam, Lîwa Ehrar El-Reqa, Siwaar Til Ebyed û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî', ku di bin sîwana QSD'ê de cih digirin, tevlî pêngavê bûne. Ciwanên Kurd, Ereb û Tirkmen pêngavê dimeşînin.

Çend wêne ji operasyona rizgarkirina Reqayê ya 'Xezeba Firat'ê...

...