Cenazeyên Ozalp û Akdogan şandin Cizîrê

Cenazeyên Mevlîde Ozalp(20) û Tahîr Akdogan(16) yên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin qetilkirin û ji bo teşhîsê şandin Silopiyayê, piştî teşhîsê ji bo definkirinê ber bi Cizîrê ve şandin.

Cenazeyên Mevlîde Ozalp(20) û Tahîr Akdogan(16) yên li Cizîrê di jêrzemînan de hatin qetilkirin û ji bo teşhîsê şandin Silopiyayê, duh ji aliyê malbatên wan ve hatin hilgirtin. Ji vir ji bo şûştin û kefenkirinê şandin Mizgefta Mekkeyê ya li Taxa Yenîşehîrê. Dayika Akdogan Hazal Akdogan darbesta kurê xwe hembêz kir û zêmar lorandin. Cenaze bo definkirinê ber bi Cizîrê ve hatin verêkirin.

Di vê navberê de Akdoganê bi awayekî hovane hatibû qetilkirin, ji cendekê wî diyar bû ku serê wî hatiye perçekirin, li mil û pişta wî şopên şewatê û di gelek derên bedena wî de şopên guleyan hebûne.

Li gel bendemayîna malbatan a li Deriyê Sînor ê Xabûrê, hat diyar kirin ku wê karên teşhîsê roja duşemê dîsa bidome.