Cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku hatine teşxîskirin nehatin dayîn

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku li Hezexê jiyana xwe ji dest dabûn, tevî ku ji aliyê malbatan ve hatine teşxîskirin jî, bi hinceta testa DNA’yê nadin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku li Hezexê jiyana xwe ji dest dabûn, tevî ku ji aliyê malbatan ve hatine teşxîskirin jî, bi hinceta testa DNA’yê nadin.

Beriya du rojan li gundê Serêgir ê navçeya Hezex a Şirnexê di navbera gerîlayên HPG'ê û hêzên dewleta Tirk a dagirker de şer derketibû, di vî şerî de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Piştî cenazeyên gerîlayên HPG'ê Kamîl Malgaz (Nurhak) û Fuat Kasbaş (Hasan) ji aliyê malbatên wan ve hatin teşxîskirin, bi hincetên wekî testa DNA'yê, cenaze nedan malbatan.

Malbatên Malgaz û Kasbaş niha li benda girtina cenazeyan e.

Her wiha, cenazeyên 4 şervanên YPS'ê yên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hê jî li morgê tên ragirtin.