Hat ragihandin ku, li Colemêrgê di şerê îro yê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de cenazeyê gêrîlayê jiyana xwe ji destdayî bi werîsan hatiye girêdan û ji gir anîne xwar, her wiha 15 gundiyên ku bertekên xwe nîşanî vê buyerê kirin jî hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê, vê sibehê piştî şerê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de yê li ser rêya di navbera Bajargeh û navçeya Gever ya Colemêrgê de cenazeyê gêrîlayê jiyana xwe ji dest dayî bi werîsan girêdane û ji gir anîne xwar. Piştî ku gundiyên gundê Dotkan bertek nîşanî vê bûyerê kirin, leşkeran bi bombeyên gazê copan êrîşî gundiyan kirin. Li ser bûyeran li gel keyayê gund Hamît Kaplan 14 gundî hatin binçavkirin û birin qereqola Dîleziyê.
Li aliyê din jî piştî bûyeran, hat ragihandin ku leşkeran di ser gundê Şîşemzînan yê nêzî gundê Dotkan de girtiye. Hat îdîakirin ku, piştî ku bûyer derketin zilam ji gund derketin, leşkeran ji jinên gund hemû li navenda gund komkirin. Ketin û derketinên gund ji aliyê leşkeran ve hatin qedexekirin. Hat hînbûn ku, destûr nadin rojnamevan nêzî herêmê bibind.
Operasyonên ku ji siharê ve li herêmê destpê kiribûn didomin.