Cenazeyên 7 şervanên li Cizîr û Efrînê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
Cenazeyên 7 şervanên li kantonên Cizîr û Efrînê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîman hatin veşartin.
Cenazeyên 7 şervanên li kantonên Cizîr û Efrînê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîman hatin veşartin.
Li bajarê Qamişlo bi sedan welatiyan cenazeyên şervanên YPG’ê "Hazim Xelîl (Tolhildan Qamişlo), Rêzan Osman (Bîrhat Amanos), Heval Mehmûd (Şêro Hilêliyê) û Heval Bozo (Hogir)" ku di 16’ê Sibatê de di hemleya bajarokê Holê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin. Di merasîmê de Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, û bi sedan welatiyên bajêr û şervanên YPG’ê û YPJ’ê beşdar bûn.
Şervanên YPG’ê darbestên her çar cangoriyên azadiyê di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li ser milên xwe kirin.
Piştî ku girseya gel gihîşte goristana Şehîd Delîl Sarûxan li vir merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate lidarxistin. Piştî veşartina cenazeyên cangoriyan, rêveberên beşdarî merasîmê bûne der barê bilindbûna nirxên şehadetê de axivîn.
LI EFRÎNÊ CENAZEYÊN 3 ŞERVANAN HATIN VEŞARTIN
Li kantona Efrînê jî bi sedan welatiyên navçeya Mabeta ya Efrînê cenazeyê şervanê YPG’ê Reşîd Camo (Diyar Çiya) ku di 16’ê Sibatê de di berxwedana li dijî çeteyên Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam li bajarokê Arfêd (Til Rifeet) jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê endamê hêzên Asayîşê Selah Bekir (Zagors Efrîn) ku di encama topbarana dewleta Tirk li dijî kantona Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû bi merasîmekê oxir kirin.
Cenazeyê her du cangoriyan li goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirêsê bi beşdarbûna nûnerên TEV-DEM’ê, saziyên civaka sivîl, hêzên Asayîş hatin oxirkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, merasîma leşkerî destpê kir. Piştre rêveberên beşdarî merasîmê bûne der barê rewşa dawî û serketinên şoreşa Rojava de axivîn û diyar kirin ku ev serketin bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê pêk hatine.
LI DIRBÊSIYÊ BI TEVLÎBÛNA BI HEZARAN KESÎ MERASÎM HAT LIDARXISTIN
Li bajarê Dirbêsiyê jî bi hezaran welatiyên herêmên Dirbêsiyê û Serêkaniyê cenazeyê şervanên YPG’ê Ehmed Îbrahîm Selîmo (Hêzil) ku di 17’ê Sibatê de li bajarokê Mebûrka ji ber teqîna mayîneke çeteyan jiyana xwe ji dest dabû, li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.
Di hersê merasîman de rêveberan hovîtiya dewleta Tirk li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin.
Her wiha di dawiya merasîman de belgeyên şehadeta cangoriyan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîman de cenaze bi tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.