Cenazeyê 4 gêrîlayên HPG'ê yên di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dan birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Cenazeyê 4 gêrîlayên HPG'ê yên di operasyona li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Hate zanîn ku, cenazeyên birin Meletiyê yê gêrîlayên HPG'ê yên bi navê Zozan Abûk (Zozan Kobani) ya ji Sûriyê, Egît Abdullah (Agît Kobani) yê ji Sûriyê, Îhsan Acar (Kemal Îhsan) ê ji navçeya Çelê ya Colemêrgê û Sînem Unver (Sarina Dicle) ya ji Şirnexê ye. Piştî navê 4 gêrîlayên HPG'ê diyar bû, li bendê ye ku malbat biçin seri li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê bidin û biçin cenazeyên zarokên xwe wergirin.