Cenazeyên 4 gerîlayan bi korsanî hatin veşartin
Cenazeyên 4 gerîlayê li Dihê jiyana xwe ji dest dan, bêyî bên teşxîskirin bi fermana Walîtiya Tirk bi rengekî korsanî hat veşartin.
Cenazeyên 4 gerîlayê li Dihê jiyana xwe ji dest dan, bêyî bên teşxîskirin bi fermana Walîtiya Tirk bi rengekî korsanî hat veşartin.
Cenazeyên 4 gerîlayên li bejahiya gundê Bîlgîlî yê navçeya Dihê ya Sêrtê di şerê 7'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan, ji 9'ê Tebaê ve li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê dihat girtin.
Lê belê li ser fermana Walîtiya Tirk a Sêrtê, bêyî cenaze bê teşxîskirin duh êvarê li Goristana Zeviye ya li Yenîmahalleyê hat veşartin. Di dema veşartinê de tedbîrên tund ên 'ewlekariyê' hatin girtin.
Malbata gerîla Dîlber Aksoy cenazeyê keça xwe teşxîs kiribû, lê belê ji ber ku testa DNA'yê ji wan hat xwestin, nekarîbû cenaze rake.