Cenazeyên 31 kesan birin Silopiyayê

Cenazeyên 31 kesên li avahiyeke Cizîrê ya lê asê mabûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û duh ji herêmê hatin rakirin, birin depoya hewa sar a li Deriyê Sînor ê Xabûrê.

Cenazeyên 31 kesên li avahiyeke Cizîrê ya lê asê mabûn ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û duh bi wesayîtên cenaze yên Şaredariya Cizîrê ji herêmê hatin rakirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cenaze danê êvarê jî birin depoya hewa sar a li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiyayê.

Li gorî agahiyan, otopsiya cenazeyan wê li vir bê kirin. Ji bo teşxîskirinê xizmên mirovên li jêrzemînan asê mabûn, çûn Silopiyayê.

Li jêrzemîna avahiya destpêkê ya li Kolana Bostanci ya li Taxa Cûdî, tevî 7 cenazeyan 15 birîndar û 9 kesên li cem wan hebûn. Li jêrzemîna avahiya duyemîn a li Kolana Narîn a heman taxê 10 cenaze û 52 birîndar hebûn. Li Taxa Sûrê li maleke 45 kes lê asê mabûn, di encama êrîş hovane ya hêzên dewletê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 23 kesên birîndar jî li benda rakirina nexweşxaneyê bûn. Ji van her sê avahiyan ku bi giştî 149 kes lê bûn, heta niha 82 cenaze hatine derxistin.