Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê hatin veşartin

Cenazeyên 3 şervanên YPG'ê yên di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Sîpan Efrîn û Ciwan Efrîn ên li Kantona Efrînê jiyana xwe ji dest dan û Çekdar ê di berxwedana li taxa Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin. Rêveberên Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG/YPJ û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Ji bo bîranîna şervanên azadiyê, li şehîdgehê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG'ê Ferzad Efrîn, ji rayedarên Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Berko û ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Muşîra Beşîr axivîn.

Piştî axaftinan kunya şervanan hat xwendin û belgeyên şehadetê radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Sîpan Efrîn û Ciwan Efrîn li Şehîdgeha Şehîd Seydo û şervanê YPG'ê Çekdar jî li Goristana Şehîd Refîq hatin veşartin.