Hate îdîakirin ku, li Şemzînanê di 25’ê Tîrmehê de 17 tîmên taybet yên bi helîkopterê daxistin herêma pevçûnê mirine, cenazeyên wan jî di 26’ê Tîrmehê birine 3’mîn Tabûra Komando ya Teqtîka Çiya ya Şemzînanê.
Pevçûnên dijwar yên li gundikên Rûbinis û Navrezan yên girêdayî gundê Nehrî yên navçeya Şemzînana Colemêrgê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de derketîn, di roja 25’ê Tîrmehê 17 tîmên taybet bi helîkopteran danîn herêma pevçûnê û heya niha agahî jê nehatîn girtin, hate ragihandin ku di pevçûnê de hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya DÎHA’yê ku pesartî şahidekî ragihand ku, cenazeyên 17 tîmên taybet birine 3’mîn Tabûra Komando ya Teqtîka Çiya. Şahidê bûyerê aşkera kir ku, cenazeyên ku anîne wisan şewitîne ku mirov nas nake û wiha got; “Ji helîkopterê 17 cenaze anîn xwar. Bedena wan hemû şewitî bû, betenî li cenazeyan pêçabûn. Piştî cenaze anîn bêhnek gelek nexweş li derdor belavbû. Dema bêhn hat min mereq kir. Min xwest nêz bibin, lê min nekarî nêz bibim bêhnek pir nexweş jê dihat. Lê belê min gotinên leşkerên li pişt min û fermandaran bihîst. Digotin, ‘em dê çi ji vana bikin, dê çawa bin. 11 ji vana yên me ne, yên din kîne em nikarin teşhîs bikin.’ Pişt re dozger hate berê xwe dayê û bi fermandaran re axivî û çû." Hate îdîakirin ku cenazeyên di 26'ê tîrmehê de anîn hêj li 3'mîn Tabûra Komando ya Şemzînan tên girtin.
SEWQIYATA LEŞKER BERDEWAM DIKE
Li aliyê din ji Geverê ber bi Şemzînan ve konvoya ji 100 wesayîtan pêk tê hate sewqkirin. Sewqiyata leşkerî şevê jî berdewam kir û muhîmat û leşkerên tên navçeyê sewqî qereqolên sînor tên kirin. Hate zanîn ku leşker û muhîmat ji qereqolên Gare, Gewriyaxeniya, Bêzelê û Bedeveyê re hatin kirin. Hate hînbûn ku 80 wesayîtên bi navê kirpî ji bajarên derdorê hatin sewqkirin.