Cenazeyên 13 şervanên azadiyê li Qamişloyê hatin veşartin

Cenazeyên 14 şervanên azadiyê yên di demên cuda de ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û gelên herêmê jiyana xwe ji dest dan, li Qamişloyê hatin veşartin.

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişloyê, cenazeyên 14 cangoriyên azadiyê endama Asayîşa Jinê Neserîn Kisêr (Nûda) û endamê Asayîşê Merwan Elî yên di di 9’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dane û şervanên YPG/YPJ’ê Gulîstan Kerboran, Gelhat Amed, Dersîm Olaş, Robar Devrîm, Kerîm Şirnex, Mûnzûr Serhed, Şîlan Cûdî, Hîra Wan, Rojdî Dîren, Bengî Dîren Mûş û Besê Çiya yên di demên cuda de, di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê.

Malbat, xwişk û birayên têkoşeran darbestên şehîdan rakirina ser milê xwe û ew birin goristana Delîl Saroxan a bajêr. Bi hezaran ji welatiyan, malbatên şehîdan bi tenê nehiştin, wêneyên têkoşeran alên YPG’ê, TEV-DEM’ê û wêneyên têkoşeran hilgirtin û diruşmên dilsoziya bi têkoşeran re berz kirin.

Di merasîmê de Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Ebdilkerîm Saroxan û Cîgirê wî Hisên Ezzam, endamên buroya Jinên MSD’ê, hevserokên gelek desteyên rêveberiya xweser û bi hezaran endamên saziyên bajar, amade bûn.

Piştî ku cenazeyên têkoşeran gihiştin goristanê, dayikên ku li goristanê li benda wan bûn, Hineya ku bi findan hatibû xemilandin, hilgirtin. Her wiha hebên birincê jî li ser derbestan reşandin.

Piştî ku darbest li cihên ku ji wan re hatine diyarkirin, hatin bicihkirin, endamên Asayîşê merasîma leşkerî lidar xistin. Piştre Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen axivî û got:  "Ev têkoşerên ku em îro darbestên wan hildigrin ser milê xwe, soz dabûn ku ew ê Minbicê rizgar bikin û wan soza xwe bicih anîn."

Hesen di axaftina xwe de êrîşa hêzên PDK’ê ya li ser cenazeyên şehîdan jî şermezar kir û got, kiryarên bi vî rengî 'êrîşeke li ser nirxên gelê Rojava ye', her kesê ku êrîşî nixên pîroz bike, wê hesabê xwe bibîne.

Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo jî axivî û got ku têkoşîna gelê Rojava yê ku li ser esasê biratiya gelan bi hev re dijî wê heta serketinê bidome.

Heyfa got, rizgarkirina Minbicê bi nêzîkbûna salvegera 15’ê Tebaxê re  gaveke ber bi avakirina Kurdistana mezin e.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên şehadetê yên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê jî cenazeyên têkoşeran li ber dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.