Cenazeyên 13 HPG, YPG/YPJ'yiyan ber bi warên wan ve hatin şandin
Cenazeyên 13 HPG, YPG/YPJ'yiyên li Deriyê Sînor ê Xabûrê dihatin sekinandin, piştî otopsiya li deriyê sînor ber bi warên wan ve hatin şandin.
Cenazeyên 13 HPG, YPG/YPJ'yiyên li Deriyê Sînor ê Xabûrê dihatin sekinandin, piştî otopsiya li deriyê sînor ber bi warên wan ve hatin şandin.
Piştî berxwedana gel û malbatan şevê din dewleta Tirkiye destûr da ku cenazeyên 13 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê radestî malbatên wan bên kirin. Piştî karên otopsiyê yên li Deriyê Sînor ê Xabûr cenaze ber bi bajarên wan ve hatin rêkirin. Cenazeyên şervanên HPG'ê Mesut Pusat (Kurtay Cûdî), Mehmet Koç (Çiya Agirî) û şervanên YPG/YPJ'ê Cahit Çapan (Berxwedan Besta), Veysi Cin (Mêrxaz Kato), Fidan Yalçın (Jiyanda Çarçela), Cumhur Turan (Êrîş Colemêrg), Mumin Kasap (Bager Farqîn), Kevin Jochım (Dilsoz Bahar), Ferit Oner (Berxwedan Eylem), Ragip Yildiz (Derweş Patnos), Mehmet Bulun (Dilbirîn Qoser), Ferit Coşkun (Serhed Botan) û Nurî Aydin (Welat Mûnzûr) ji ber astengkirina rayedarên AKP û dewleta tirk 10 roj bûn dihatin rawestandin û destûr nedidan derbasî bakûrê Kurdistanê bên kirin. Piştî berxwedana gel û malbatan ya 10 rojan şevê din destûra dayîna cenazeyan hat dayîn û li Deriyê Sînor ê Xabûrê karên otopsiyê hat destpêkirin.
Şervanê YPG'ê Kevin Jochın (Dilsoz Bihar) şevê din ber bi Hewlêrê ve hat oxirkirin û wê ji wir jî bi rêya hewayî ber bi Elmanya ve were rêkirin.
Cenazeyên 12 şervanên HPG, YPG û YPJ'ê li deriyê sînor piştî otopsiyê ber bi bajarên wan ve tên oxirkirin. Hate hînbûn ku cenazeyê şervanê HPG Pusat wê li Silopî, şervanê HPG'ê Koç li Agiriyê, şervanê YPG'ê Çapan li Şirnexê, şervanê YPG'ê Cin li Elkê, şervana YPJ'ê Yaşçin û şervnaê YPG Turan li Colemêrgê, şervanên YPG'ê Oner û Kassab li Amedê, şervanê YPG Yildiz li navçeya Panosê ya Agiriyê, şervanê YPG'ê Bulun li Mêrdînê, şervanê YPG'ê Coşkun li Serêkaniyê û şervanê YPG'ê Aydin li Mûşê werin definkirin.