Cenazeyê Tûnç ber bi Şirnexê ve hat şandin

Cenazeyê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin, ji bo were veşartin ji Qoserê ber bi Şirnexê ve hat şandin.

Cenazeyê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li jêrzemîna wehşetê hat qetilkirin, piştî testa DNA nîvê şevê ji Rihayê anîn Qoserê. Cenazeyê Tûnç ê li morga nexweşxaneyeke taybet hat bicihkirin, ji bo were veşartin danê sibehê ber bi Şirnexê ve hat şandin. di dema wergirtina cenaze de rêveberên MEYADER, DBP, HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî amade bûn.

Cenazeyê Tûnç bi konvoya ji dehan wesayîtan li ber dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Cizîrê" ber bi Şirnexê ve hat şandin.