Şervanê YPG'ê Omer Sîncar (Esed Hesekê) ê li Til Temirê di şer de jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
ANF
HESEKÊ
yekşem, 12 tîrmehê 2015, 10:39
Şervanê YPG'ê Omer Sîncar (Esed Hesekê) ê li Til Temirê di şer de jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ya Hesekê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Di merasîmê de ji TEV-DEM'ê Ronahî Qehreman, li ser navê Suryaniyan Bazî Hoşaba, ji rêveberiya Kantona Cizîrê Ekrem Mahşûs, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, saziyên din û bi sedan welatî amade bûn.
Li ser navê Malbatên Şehîdan Mexemed Dawê li merasîmê peyivî û got, "Em li vê derê ciwanekî xwe yê Ereb dispêrin axê. Em ê qebûl nekin ku pêşmerge bê Rojava. Lê belê kî dibe bila bibe, eger bikeve bin sîwana YPG'ê, em ê hingî qebûl bikin."