Cenazeyê şervanê QSDʹê Nimir Noman hat definkirin

Bi sedan welatiyên Girê Spî û gundên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Noman Xelûf Noman (Nimir Noman) ê dema ku li ser erka xwe bû jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên Girê Spî û gundên wê bi armanca wergiritina cenazeyê şervanê QSDʹê Nimir Noman li ber Nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî kom bûn. Girseyê piştî wergirtina cenazeyê Noman, bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan goristana Gundê El-Dedo.

Girseyê ku alên YPG, YPJ, HPC û QSDʹê vekiribûn û bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi şervanên têkoşîna azadiyê re berz dikirin, li ser rêya gund ji wesayîtan peya bûn û darbesta Nimir li ser milan rakirin û heta goristanê meşiyan.

Li vir merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdulah El-Yasîn, li ser navê TEV-DEM`ê Sebrî Nebî û li ser navê QSD`ê Yasir El-Kedro axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata têkoşer Nimir re hate xwestin û hate gotin ku sîstema federaliya demokratîk rêya herî guncaw a çareserkirina hemû aloziyên Sûriyeyê ye. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku gelê herêmê bi hêza xwe herêmên xwe ji çeteyan rizgar kirin û wê rê nedin ti hêzên derve ku careke din herêmên wan dagir bikin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê QSDʹê Nimir Noman bi dirûşm û tilîliyan ve veşartin.