Cenazeyê şervana YPJ’ê Oztoktaş anîn Rihayê
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Rihayê.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Egîd) a di dorpêça bajaroka Sirrînê de ya 6'ê Tîrmehê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji rayedarên Kobanê ve teslîm wergirtin. Piştre cenazeyê Oztoktaş anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û piştre bi dirûşman ber bi Rihayê ve hat rêkirin. Li Taxa Alîgor cenazeyê Oztoktaş ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" hat pêşwazîkirin û piştre birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Piştî karên otopsiyê wê cenazeyê Oztoktaş bibin navçeya Bêgirî ya Wanê û li wir bê definkirin.