Cenazeyê şervana YJA Starê Gulcan Îşnas (Zagros Jin) a li ser xeta sînor a Gever û Başûrê Kurdistanê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wê ve hat wergirtin û anîn herêma Çarçela.
Cenazeyê şervana YJA Starê Gulcan Îşnas (Zagros Jin) a di sala 1996’an ji dayik bûye, li ser xeta sînor a navçeya Geverê ya Colemêrgê û Başûrê Kurdistanê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û anîn herêma Çarçelayê. Girseyeke qelebalix a rêveberên MEYA DER û malbata Îşnas jî di nav de çûn herêmê û cenaze ji gerîlayên HPG û YJA Starê wergirtin. Di merasîmê de alên PKK’ê û wêneyên Îşnas hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê dayika Îşnas Muhtebe Îşnas got, “Serê Rêber Apo û her kesî sax be.” Bav Muzaffer Îşnas jî sersaxî ji hemû hevrêyên xwe û gelê Kurd re xwest. Piştî axaftinan tabûta cenaze ya bi gulên kesk û sor û zer û alên PKK’ê xemilandî rakirin ser milan heya anîn cem wesayîta cenazeyê. Di meşê de tim dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin gotin.
Li terqarê ya herêma Oremar-Satê Hevseroka DTK û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, Hevşaredarên herêmê, rêveberên HDP, DBP, MEYA DER jî di nav de ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazî kirin. Di dema pêşwazîkrinê de ji çiyayên derdor dengê guleyan bilind dibû û konvoya cenaze ber bi navçeyê ve ket rê. Li seranserê rêgeha cenaze de konvoy bi lehiya hezkirinê hat pêşwazî kirin, dema ku cenaze gihişt navçeyê re, welatiyên li tax ê jî li ser rêgeha cenaze sekinîn û bi dirûşme û tilîliyan silav dan konvoyê. Li pêşiya navçeya AKP’ê ya ku li ser rêgeha konvoyê bû hebûna wesayîtên zirxî û TOMA’yan balkişand.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Îşnas li baxçeyê nexweşxaneyê ji aliyê girseyê ve hat pêşwazî kirin, li vir cenaze ji aliyê jinan ve hat rakirin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Cenazeyê Îşnas piştî kar û barên otopsiyê wê ber bi bajarê lê dayik bûye Wanê ve bê şandin.