Cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer hate veşartin
Li Kerkûkê bi sedan kesan bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer li Goristana Rehîmawa veşart.
Li Kerkûkê bi sedan kesan bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer li Goristana Rehîmawa veşart.
Bi tevlîbûna sedan kesan, şehîd Ehmed Hêmin Omer ku di 27’ê Çileyê de li Rojavayê Kurdistanê, di berxwedana li dijî çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk de şehîd bibû, li Kerkûkê hate spartina axê.
Cenazeyê şehîd bi beşdarbûna malbat, welatiyan û kesayet û aliyên siyasî, li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate spartina xakê.
Dayîka şehîd Ehmed ji Rojnews’ê re axivû û got: “Em bi kurê xwe serbilind in. Beşdarbûna ewqas welatiyan di merasîmê de xema me sivik kiriye.”
Ehmed Kerkûkî ciwaneke yê Kurd ê leheng ê bajarê Kerkûkê, hemû sînorên bi dest hatî çêkirin hilweşand û xwe gihande berxwedana dîrokî ya Rojavayê Kobanê. Ehmed Hêmin Omer li gel komeke ciwanên azad û welatparêz ê bajar, 20’ê Çileyê tevlî seferberiya li Rojava bûn. Li gorî daxuyaniya Komîteya Seferberiya Rojavayê Kurdistanê roja 27’ê Çileyê li eniyên berxwedanê li bajarê Hesekê şehîd bû.