Cenazeyê Rozerîn Çûkûr ji aliyê malbatê ve hat wergirtin

Cenazeyê Rozerîn Çûkûr a di berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûrê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin.

Cenazeyê Rozerîn Çûkûr a 17 salî, ku di berxwedana dîrokî ya Sûrê de roja 8'ê Çileyê jiyana xwe ji dest da û duh hat teşxîskirin, ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Gazî Yaşargîl hat wergirtin.

Darbesta Rozerîn bi kirasê bûkaniyê hat pêçandin. Malbatên berxwedêrên li Sûrê jiyana xwe ji dest dan, hevalên wê û bi sedan welatiyan, tevî konvoyekê darbesta Rozerîn birin navçeya Pîranê.

Cenaze wê li gundê Herîdanê bê definkirin.