Cenazeyê Rojhat Kavak şandin Amedê
Cenazeyê kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak Rojhat Kavak, ber bi Amedê ya ku bi hesreta wê bû, hat oxirkirin.
Cenazeyê kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak Rojhat Kavak, ber bi Amedê ya ku bi hesreta wê bû, hat oxirkirin.
Cenazeyê kurê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak Rojhat Kavak ê 22 salî, ku li bajarê Swîre Lûzernê di 5'ê Cotmehê roja Sêşemê de, bi nameyek li dû xwe hişt re xwe bi darve kir, duh ji Zûrîchê bi merasîmekê ber bi Amedê ve hat oxirkirin.
Di merasîma li Navenda Çanda Kurd a Zurîchê de, malbat û xizmên Kavak ên li Swîsreyê û gelek Kurdistanî amade bûn.
Kekê Kavak Eyup Kavak li vir axivî û diyar kir, ku ew gelekî pê êşiyane birayê wî Rojhat mirinek bi vî rengî hilbijartiye. Kavak anî ziman ku her çend Rojhat demeke dirêj e li Ewropayê bû jî, nekariye bikeve nava sîstemê.
Kavak diyar kir ku dilê Rojhat her tim bi Kurdistanê ve bû û anî ziman ku Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, girîng e li dijî jiyaneke ezezî, jiyaneke civakî esas bigirin û bi vî rengî destekê bidin ehv.
Kavak ragihand ku ne rast e ciwanên Kurd rêyeke bi vî rengî ya mirinê hilbijêrin û got, "Rojhat her keliya têkoşîna li Kurdistanê di dilê xwe de hîs dikir. Hewl da bi wate nêzî şehadeta bavê min bibe. Ya girîng ew e ku em li vê qadê li dora hev bicivin û xwedî li têkoşînê derkevin."
Piştî axaftinan cenazeyê Kavak ber bi Amedê ve hat oxkirin û wê li goristana malbatê ya li Amedê li cem gora bavê xwe bê veşartin.