Cenazeyê Ozgurê bi gulleya polîsan hat kuştin hat wergirtin

Cenazeyê Ozgurê bi gulleya polîsan hat kuştin hat wergirtin

Malbata ciwanê 17 salî Ozgur Taşar ê duh di merasima cenazeyê gerîlayê HGP'ê Cengîz Ozek ku rastî mudaxaleya polîsan hat de bi guleyê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê cenaze wergirtin. Welatiyên Geverê serê sibê dikanên xwe venekirin.

Duh di merasima cenazeyê gerîla HPG'ê Cengiz Ozek (Êriş Dildar) ku li Geverê hate pêşwazîkirin de polîsan mudaxaleyî girseyê kir. Di mudaxaleyê de ciwanê 17 salî Ozgur Taşar bi guleyê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiya cenazeyê Taştan îro serê sibê cenaze teslîmî malbatê hate kirin. Malbate piştî cenaze ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya herêmê ya Wanê wergirt, cenaze birin Geverê. Cenazeyê Taştan dê li Goristana Akalin a Geverê bi girseyî bê definkirin.

Ji bo cenaze weletiyan û esnafan dikan venekirin û neçûn ser kar. Girse li kolana Cengiz Topelê kom bûn.